CKŞ’ê Li Hesekê Serkan Tosun Bibîr Anî

Bi dehan endamên Cîwanen Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) li goristana Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê bîranîna Şehîd Serkan Tosun lidarxistin. Ciwanan di heman deme de şehîdgeh paqij kirin û gorên şehîdan av dan.

Di destpêka bîranînê de kêliyek rêz hate girtîn li ser giyanê Şehîd Serkan û hemû şehîdên şoreşê.

Di bîranînê de li ser navê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) Destan Serhet axivî. Serhet di serî de dîroka şehadeta Şehîd Serkan anî ser ziman. Serhet di axaftina xwe de avakirina Tabura Şehîd Serkan a li bajarê Serê Kaniyê bibîr xist û da xuyakirin ku gelek kesên ji netewên Ereb, Kurd, Ermen, Suryan û heta yên enternasyonal jî tevlî vê tabûrê bûn.

Serhet di axavtina xwe de got: “Xwesteka me ew bû ku em bîranîna şehîdê xwe Şehîd Serkan li Serê Kaniyê çêbikin lê dijminê me yê qirêj bajarê me dagir kir.” Serhet di axaftina xwe de anî ser ziman û got :”Dijmin bi çi rêbazên xwe yên qirêj êrîşî me bike gerek em riya şehîdên xwe bernedin û gerek em bibin şopedarê riya şehîdan. Heger em azadî bixwazin heger em welatekî azad bixwazin gerek em şopedarê riya Şehîdên xwe bin. Ji Serkan heta Baran û heta Elîşêr û ji Sariya heta Zîlan gerek em her dem di riya van şehîdan de bin.”

Bîranîn bi dirûşmên “Şehid Namirin” “Şehîd Serkan Namire” “Şehid Baran Namire” “Şehîd Zîlan namire” bi dawî bû.