Bimre dagirkerî, bijî berxwedana me

HESEKÊ- Li Bajarê Hesekê de, endamên me di salvegera duyemîn a êrîşa dagirkeriyê ya li Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyek çapemeniyê dan. Endamên me bang li gelên Rojhilata Navîn kirin ku li dijî dagirkeriyê ji bo azadiyê têbikoşin

Di çalakiya li Baxçeyê Rêbertî yê li navenda bajarê Hesekê hate lidarxistin de, dirûşmên “Bimire dagirkerî” û “Bijî berxwedana me ya Serêkaniyê” hatin qîrîn.

Li ser navê TKŞ Helîma Xidir daxuyanî da, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê da, Wî dîyar kir ku bi sed hezaran kes jiber êrîşan dagirker  cîh û warên xwe de derketin.

Helîma Xidir got, “Hêzên emperyalîst ên dagirkeriya Tirk erê kirin, ji bo berjewendiyên xwe xwestin vîna şoreşa me bişikînin. Ev polîtîka bi giranî ji aliyê DAİŞ û dewleta Tirk a dagirker ve hat meşandin.”

Helîma Xidir destnîşan kir ku dewleta Tirk hê jî êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne û bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir ku li dijî dagirkeriyê ji bo azadiyê têbikoşin.