JKŞ: Em li şoreşa jinê xwedî derkevin

Jinên Kobanî, di pêşengtiya Jinên Komûnîst ên Şoreşger de ji bo li hember dagirkeriyê parastina şoreşa jinê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di çalakiya ku li Qada Jina Azad de pêk hat alên JKŞ’ê û diwîzên wênyên komkujiyên jinan li ser hene hatin rakirin. Dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Şoreşa Me Ya Jinê” hatin avêtin.

Li Ser navê JKŞ’ê Meysa Akarî daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk li xakên Kurdistan, Îdlîb û Lîbyayê siyaseta xwe ya dagirkeriyê didomîne. Akarî got “ Armanca dewleta Tirk diyar e. Dixwaze ku xeyalên xwe yên ‘Osmaniya Nû’ pêk bîne. Herî dawî komkujiya li Kobanê li hemberî jinên şoreşger ên pêşeng û rêber pêk hat azadî û rêxistinîbûna jinan kir armanc. Dewleta Tirk bi komkujiyên jinan careke din rûyê xwe yê dijminane nîşan da.”

Akarî erîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li Heftanînê jî bi bîr anî û got “Li hember dewleta Tirk a mêtînger ku xwedî her cure teknîk e  berxwedana gerîlayên YJA-Starê xurt bû. Ev berxwedana  bi lehengî li hember ev teknîka pêş dikeve vîna mirov nîşan dide.”

Akarî di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku jin wê li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedanê bidomînin. Akarî wiha axivî: “Em ê di riya şehîdên xwe re bimeşin û hemû xakên di bin dagirkeriyê de ne rizgar bikin. Em ê hesabê tacîz, destdirêjî, revandin û îşkenceya li ser jinan bipirsin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin, em li şorşa jinê ya ku li Rojhilata Navîn mîna stêrkekê mezin dibe xwedî derkevin.”