TKŞ’ê Bi Minasebeta 1’emîn Salvegera Şehadeta Fermandar Baran Serhat Bîranîn Li Dar Xist.

TKŞ’ê li taxên Kelasê, Salihiyê û Ezîziyê bi gelên Hesekê û Serê Kaniyê re bîranînên Fermandar Baran Serhat li dar xist.
Di bîranînê de Fadya Sîdo ji gel re jiyana Şehid Baran Serhat da xûyakirin û got ku “Ew jiyaneke bi berxwedanê dagirtî bû. Ew komûnîstekî Kurdistanî bû. Her kêliya jiyana wi şoreşger bû. Ji bo Rojava rêveberiyeke mînak ava kir.”
Di biranînê de Cemîl Sîdo jî axivî û got ku ” Em ên ku rêheval Baran şehîd xistin nas dikin. Yên ku ew şehîd kirin ên ku têkçûna DAIŞ’ê jiyan kirin in. Lê bila her kes zanibe, partiya me şitilgeha Baran Serhadan e.”
Di bîranînê de yên ku rêheval Baran nas dikirin jî axivîn û bîranînên xwe anîn ziman. Careke din nîşan dan ku ew ê têkoşîna Baran Serhed bigihînin heta dawî.
Baran Serhat Nemir e
Şehîdên Şoreşê Nemir in.