Li Dijî Sûcên Mirovahiyê Berxwedan Dewleta Tirk a Dagirker Li Rojava û Bakurê Sûrî Her Roj Li Hember Mirovahiyê Sûcan Pêk Tîne.

Li Efrînê ji roja ku hatiye dagirkirin heta niha gelek mirov hatin revandin û hatin îşkencekirin. Çete roj bi roj mirovan direvînin û ji malbatên wan fîdye distînin. Di heman demê de gelek jin jî ji ber nasnameya xwe ya zayendî rastî êrîşan hatin. Herî dawî mirovekî ku hatiye revandin ruxmî ku pere ji malbata wî hatiye standin hat qetilkirin. Li Serê Kaniyê û Girê Sipî jî ev siyaset bê navber didome. Çeteyên Dewleta Tirk malên gel talan kirin, dest danîn ser milkê gel, bi îşkenceyan pere ji gel standin û xanî û malên gel firotin malbatên çeteyan. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi vê siyaseta revandin û îşkenceyê dixwazin heremên Kurdan vala bikin. Gel ji welatê xwe derxînin û li cihê ku hatine dagirkirin siyaseta kemera çeteyan ava bikin. Dewleta Tirk jî dizane ku li van herêman ne mayinde ye. Berxwedana şervanên azadiyê û pevçûnên Dewleta Tirk û rejîma BAAS nîşan dide ku êdî li ser axa Sûrî cih li Dewleta Tirk teng dibe. Em careke din dubare dikin ku çi bikin bila bikin em ê bi ser kevin. Em ê bi berxwedana xwe welatê xwe careke din azad bikin.