Li Kobanê seminera tundiya li ser jinê hat li dar xistin.

KOBANÊ

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi jinan re civiya û semînerek di derheqê tundiya li ser jinê li dar xist.

Endamên JKŞ’ê li kêlaka çemê Firatê civînek bi jinan re li dar xist. Di civînê de tedbîrên Korona hatin stendin. Di bernameyê de Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temûz) a ku di 29’ê Gulana 2017’an de li Reqa şehîd ket jî hat bibîranîn.

JKŞ’ê bi mijara tundiya li ser jinê û zagonên jinê jî semînerek li dar xist. Bi navê JKŞ’ê axaftinek hat kirin û li ser zagonên jinê zanyarî hatin dayin. Di axaftinê de hat gotin ku “Bi Korona re li hemû cîhanê û Rojava jî tundiya li ser jinê zêdetir bû. Tundiya li ser jinê, zewacên di temenê biçûk de, zewacên dûyemîn, qetlîamên jinan û xwekûştinên jinan tên jiyîn. JKŞ’ê ev demeke li ser vê mijarê lêkolîn dike û xebatan dimeşîne. Ji lêkolînan jî tê dîtin ku di pêvajoya Korona de li gel jin û mêr 24 saetan li malê ne kêm xebitîna saziyên jinan, nexebitîna hin ji wan saziyan ji hin sedemên zêdebûna tundiyê ye. Xwedîderketina jinan li zagonên jinê, li mafên xwe û cihgirtina di rêxistinên jinan de ji bo pêşeroja şoreşa me wê diyarker be.”

Di semînerê de Nûnera Mala Jin a Kobanê Sultan Efrîn jî li ser zagonên jinan zanyarî da. Li ser pirsgirêkên di pêkanîna zagonan de derdikevin nîqaş hatin meşandin.