Jinên JKŞ’yî Li Sûka Kobanê Rawestgeh Vekirin.

Li kolana Tilel a bajarê Kobanê, Jinên Komûnîst ên Şoreşger kartên vexwendinê ji gel re belav kirin da ku tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin. Ji bo ramanên jinan di derheqê 8’ê Adarê de bên stendin, bi pirsên ku ji wan re li ser kaxezê hatine amadekirin bersiv hatin stendin. Çalakî ji hêla gel ve bi serkeftî hat pêşwazî kirin.