Serhildana 6-8’ê Cotmehê Mizgîniya Serkeftina Kobanê ye

Endamên me li Kobanê ji bo berxwedana Kobanê ya 6-8’ê Cotmehê daxûyaniya ragihandinê çêkir.
Li ser navê Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) Bahar Kobanê daxûyanî xwend. Kobanê di axaftina xwe de got “Em dizanin ku dewleta Tirk a mêtînger dijminê hemû Kurd û Kurdistanê ye. Lê li Kobanê du caran dijminê me ye. Jibo ku Kobanê xera bike û hilweşîne hemû hêza xwe seferber dike. Hemû cureyên şere taybet li ser gelê me yê Kobanê bi kar tîne. Bi vê re yên ku bi Kobanê re piştgiriyê dikin jî weke dijmin dibîne, ji bo ku wan bi awayê herî giran ceza bike zagonên xwe jî binpê dike, bi rêbazên derehlaqî êrîş dike. Dijminê ku di Kobanêde şikest di destpêkê de li hemberî Serhildana 6-8’ê Cotmehê bin ket. Dîktatorê Erdogan ji ber vê ji bo ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bigire êrîş dike. Parlemen, hevserokên şaredariyan, pêşengên gel, komûnîst û endamên HDP’ê dîl digire, bi xwesteka cezayên hezar salan wan dadgeh dike.”
Kobanê ji bo berxwedana Kobanê girîngiya berxwedana 6-8’ê Cotmehê anî ser ziman û di berdewamiya axaftina xwe de got “ Erdoganê faşîst li bendê bû Kobanê bikeve lê gelê Kurd û Tirk gotin “Wê Kobanê Nakeve” û rabûn raperînê. Bi polîs û hizbulkontrayên dewleta Tirk re şer kirin û li pişta Kobanê sekinîn. Bi banga seferberiyê re şoreşger û komûnîstan cihê xwe yên di eniyên şer de girtin. Şervanên enternasyonalîst ji bo ku tevlî berxwedana Kobanê bibin sînor derbaskirin û hatin. Gelên Rojhilata Navîn, Ewrupa û Emerîka li vê berxwedana mezin a serdemê xwedî derketin. Erdogan û çeteyên wî, hêzên emperyalîst weke dijminên azadiyê di eniya paşverû de; şoreşger, komûnîst û gelên cîhanê di eniya duyemîn a ku ji bo azadiyê pêk hatiye de bûn yek. Berxwedana Kobanê û Raperîna 6-8’ê Cotmehê encameke wiha şoreşger û wateya xwe mezin derxist holê”
Kobanê bi bîr xist ku şoreşger û komûnîstên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên wek HDP’ê û ESP’ê di vê berxwedanê de roleke pêşeng lîstine û di vê berxwedanê de bi dehan şehîd û birîndar hatine dayin. Kobanê di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku serhildana Kobanê li dijî mêtîngeriyê riya azadiyê nîşan dide. Kobanê axaftina xwe bi gotinên “Ji dîlgirtina Birêz Abdulah Ocelan re hemû gelên me bi mezinkirina şerê azadiyê bersiv dan. Li hemberî êrîşa dagirkirina Kobanê hemû gelên me bi raperîn û seferberiyê bersiv dan. Ji êrîşên dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî bi berxwedanê bersiv dan. Li hemberî van êrîşên mêtînger em weke tevgera komûnîst her dem li cem gelên xwe sekinîn, me bi hev re li ber xwe da, em bi hev re bi ser ketin. Em îro dîsa bi hev re li ber xwe didin em ê dîsa biserkevin.”
Di çalakiyê de HDP jî hat silavkirin.
Ji pê ve lafîteyên bi şiyara “Serhildana 6-8’ê Cotmehê Mizgîniya Serkeftina Kobanê ye” hatin daliwandin.