Em Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Têkoşînê Mezîn Bikin

Di domayiya meha derbasbûyî de li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên li dijî destkeftinên gelê me û suîqastên li dijî kadroyên pêşeng bi zêdebûn berdewam kirin. Hêza ku van êrîşan pêk tîne MÎTa Tirka ye. Bêguman dewleta Tirk vê bi tena serê xwe nake. Li Rojava agahî û erêkirina Emerîka û emperyalîstên Rûsyayê, li Başûrê Kurdistanê jî hêza PDK’ê ya hevkar û dijberî şoreşê di van êrîş û suîqastan de pareke xwe ya mezin heye. Divê bê diyarkirin pirsgêrêkên ku di hundirê YNK’ê de tên jiyankirin û hîna pêknehatina yekîtiya Kurdî ya netewî van êrîşên istixbarata dewleta Tirk hêsantir dike.

Gerîlayê ku di Şoreşa Rojava de roleke pêşeng û rêber lîstiye gelê me baş nas dike. Wan li dijî El Nûsra, DAÎŞ, dikdatoriya Esad a BAAS û li dijî xiyanet û hevkariya ENKS’ê şerê ku dan meşandin bi şoreşê tacîdar kirin. Ew zarokên vî gelî bi xwe ne.  Ew lêhengên ku di dest de çek ji bo xeyalên welatekî azad û azadîxweziya zayendî ya gelê Kurd ên ku li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê jiyan dikin pêk bînin şer dikine. Îro parastina van lêhengan erka gelê me ya herî şoreşger û bi rûmet e. Divê gelê me li dijî sûîqastên ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê tên pêk anîn hêrsa xwe hîna mezintir bide xuyakirin, pêwîst e rêxistinbûn û têkoşîna xwe hîna mezintir bike.

Berjewendiyên çînî û malbatî yên PDK’ê û ENKS’ê ya ku şirîkê êrîş û suîqastên dagirker ên li erdnîgariya Kurdistanê ye, li ber pêkhatina yekîtiya Kurdî ya netewî astengiya herî mezin e. PDK’ê li Kurdistanê partiyeke nûnerê Bûrjûwaziya Kurdî û şerîkeyeke malbatî ye. Ji bo berjewendiyên xwe yên çînî û malbatî di serî de bi dewleta Tirk a dagirker û bi hêzên emperyalî yên ku li Kurdistanê ne di nav hevkarî û îtîfaqê de ye. Wek ku tevlî şoreşa Rojava nebûye di her derfetê de ji bo binxistina şoreşê hemû îmkanên xwe seferber dike. Di salên şoreşê yên destpêkê de ENKS-PDK ev siyaset bi destê dewleta Tirk bi awayekî eşkere berdewam dikirin, niha bi ser de Emerîka jî zêde bûye. Bi xwespartina hebûna Emerîka li Başûrê Kurdistanê û Rojava, bi hêzgirtina ji siyaseta herêmî ya Emerîka dixwaze destkeftinên şoreşa Rojava ya şoreşger tune bike û şoreşa jinê bi bin bixe. Ji bo vê tiştên ji destê wê derdikeve dike. Wek rêxistineke şerê taybet dixebite.

Gelê me bi jiyankirinê dibîne ku xeta ENKS-KDP’ê  ne xeteke bi rûmet, azad, wekhev, azadîxwaziya zayendî û yekîtiya Kurdî ya netewî dixwaze ye. Ev xet îro li dijî parastina nirxên ku bi şerê gelê Kurd hatine bi dest xistin roleke dijî şoreşê dilîze. Tenê ne ev, hîna girîngtir ev xet û nûnerên wê li pêş têkoşîna veguherandina destkeftinên Şoreşa Rojava ya hêzekê ji bo avakirina civakeke sosyalîst jî hêza herî mezin a dijberî şoreşê ye.

Xebata terikandina axa Rojava ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê rêxistinkirin û ji aliyê ENKS’ê û çînên dûrî şoreşê tê piştgirîkirin yek ji geşedanên girîng ên meha berê bû. Ev jî xebateke şerê taybet e. Dixwazin bi propagandayên derew ên pergala kapîtalîst û rêbazên şerê taybet bandorê li ser gelê me bikin û bi vê re gel ji axa şoreşê bidin revandin. Di riya propagandayên xizantî, bêkarî, bihabûn û bi gotegotên ku wê li ser Rojava êrîşên nû çêbibin dixwazin bandorê li ser gel bikin. Lê encama ku dixwestin tam bi dest nexistin. Lê dîsa jî rastiya lewheya ku derketiye holê ne dilrihetker e. Terikandina axa şoreşeke ku zarokên xwe di oxira wê de şehîd dane, terikandina şoreşa jinê ya azadîxweziya zayandî û koçberbûna dewletên kapîtalîst û mêtînger ne helwesteke bi rûmet e. Divê gelê me ji bo parastina rûmet û azadiya xwe li dijî hemû zehmetî, dorpêç û gefan riya têkoşîn û rêxistinbûnê hilbijêre.

Divê gelên me yên Ereb, Ermen, Suryan û Asûrî li dijî van geşedanên li Rojava û qadên Rêveberiya Xweser helwesta xwe ya hem netewî, hem çînî hem jî azadîxwaziya zayendî bilind bikin. Gelê me yê Ereb ku xaka wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin divê li hemberî vê rewşê têkoşîna xwe mezin bike. Pêwîst e ji bo Sûriyek û Rojhilateke Navîn a azad û demokratîk di rêxistinbûna tevgera komûnîst de roleke çalak û pêşeng bilîze. Jin, karker û kedkarên gelê Ereb ji xort û jinên ciwan ên Ereb ku li qadên rêveberiya xweser jiyan dikin li benda pêşengtiyê ne. Em li dijî Emerîka, Rûsya, Tirkiye û çeteyên wê yên ku axên me dagirkirine têkoşînê bi hebûna xwe ya azad a serbixwe bikin.

Korona

Bandora Korona li ser jiyana gelê me berdewam dike. Mirovên me yên hêja û xoşewîstên me bi sedema korona jiyana xwe ji dest dan. Pergala kapîtalîst û emperyalîst ku bi qasî ji derketina vê nexweşiye berpirsiyar in ew qas jî ji ber ku li ber belavkirina dermanên nexweşiyê dibin asteng ji van mirinan berpirsiyar in. Di pêvajoya Korona de di encama xwesteka hîna zêde fêdêkirina kapîtalîzmê de xizanbûna gel û hejmara mirinan zêde bû. Di laş û giyanê mirovan de birînên hîna mezintir vebûn.

Li ber derbaskirin welat a amûrên bijîşkî yên pêwîst ji bo dermankirina nexweşên korona û derziya korona astengiya herî mezin ev ambargoya pergala kapîtalîst û emperyalîst e. Gelên me ev pêvajoyên zehmet, bi bilindgirtina moral û baweriya xwe, bi pêkanîna biryarên ku Rêveberiya Xweser girtiye û bi rast bikaranîn û rêxistinkirina derfetên xwe yên heyî dikare derbas bike.

Li Dijî Desthiladariya Esad û Rejîma Sûrî

Rejîma mêtînger û paşverû ya Sûriyeyêdi mehên derbasbûyî de hilbijartinên parlamentoyê pêk anî. Di vê hilbijartina ku encama wê ji berê de diyar e Esad ji nû ve wek serokwezîr hat ragihandin. Welatê me tevlî vê hilbijartinê nebû. Esadê ku nûnerê pergaleke kapîtalîst a mêtînger û paşverû ye û parlamentoya wan naxwazin welatê me yê ku di encama şoreşa me ya demokratîk û azadîxweziya zayendî de ava bûyeqebûl bikin û Rêveberiya Xweser muxatap bigirin. Ji ber vê yekê tevlînebûna hilbijartinan helwesteke rast bû. Ger li axaftin û siyaseta ku Esad piştî ku hatiye hilbijartin dide meşandin bê mêzekirin wê bê dîtin ku tiştek neguheriye. Di axaftina Esad de mijara ku girêdan bi Rojava û Bakurê Sûrî ve bê çêkirin ji nû ve anîna ser ziman a “Navendperestiya Ademî” bû. Lê di navbera naveroka Navendperestiya Ademî ku Esad wate didê û rastiya Rojava ya heyî de cûdatiyeke mezin heye. Bi polîtîqaya Navendperestiya Ademî armanca rejîma Esad ew e ku dixwaze cihê ku winda kiriye ji nû ve bi dest bixe û van cihan ji nû ve bi rê ve bibe.

Di nav beşeke ji gelê me de xwesteka lihevkirina bi dewleta Sûrî ve ji berê de heye. Lê em careke din diyar bikin ku lihevkirin an jî peymaneke ku destkeftinên şoreşê nehatiye qebûl kirin wê ji bo pêşeroja gelê me jî ne baş bibe. Rejîma Esad û Dewleta Sûrî dide xuyakirin ku wê li dijî Rêveberiya Xweser şer bike û gefan dixwe. Divê em parastina deskeftinên şoreşê bikin û di nav hewldana mezinkirina wan de bin. Divê baweriya me bi hêza me ya zatî hebe. Hêzeke polîtîk ku rejîma Esad û dewleta Sûriyeyê xurt bike ne li gorî berjewendiyên gelê me ye. Divê em li derdora bernameya pergala Rêveberiya Xweser a gelperêz û azadîperêziya zayendî de xweparastina xwe xurt bikin. Ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xakên me divê gel û artêşa me dest bidin hev û amadekariyên xwe bilind bikin. Ji bo tasfîyekirina xeta ENKS’ê pêwîst e rêxistinbûna çînî û azadîperestiya zayendî bê pêkanîn. Ji bo derxistina Emerîka û Rûsya ji axên me û Rojhilata Navîn divê em bi bîrdariya antîkapîtalîst (dijkapatalîst) û antîemperyalîst (dijemperyalî) xwe bi rêxistin bikin. Ji bo parastina destkeftinên me yên heyî, rizgarkirina axên me yên di bin dagirkeriyê de, ji bo vala derxistina êrîş û suîqastan pratîka herî şoreşger bi hêza xwe ya zatî bilindkirina xweparastinê ye. Ji asta demokratîkbûna şoreşger derbasbûna bîrdarî û rêxistinbûna sosyalîst êdî çarenîn e.

Li dijî her cûre êrîşên zilamperest ên li dijî destkeftinên azadîxwaziya zayendî, li dijî firotina bedena zarok û jinan, li dijî şêweyên hebûna dewletên kapîtalîst û emperyalîst ên li vir, li dijî xizantî û bêrêtiyê encax bi têkoşîneke ku  pêşengtiya wê rêxistinbûn û bernameyeke sosyalîst/komûnîst dike em dikarin bigêhêjin serkeftinê. Tevgera Komûnîst a Şoreşger ji bo vê heye.

Efxanîstan, Talîban, Emerîka (DYA)

Li ser rewşa piştî ku Emerîka ji Efxanîstanê vekişiya derketiye holê hinek nirxandin tên kirin ku nefsa rewşê wê li qadên Rêveberiya Xweser jî bê jiyankirin. Dema ku Emerîka hêza xwe ji Rojava bikişîne êrîşên mezin ên ku di serî de bi destê dewleta Tirk werin ser Rojava ji aliyê hinek derdoran ve tê propagandakirin. Tê xwestin ku di nav gel de tirs û heydenî  belav bibe. Gelê Rojava gelekî ku DAÎŞ têk biriye ye. Rewşeke ku gel ji DAÎŞ’ê bitirsîne tune ye. Gelên me yên ku di qadên Rêveberiya Xweser de jiyan dikin divê baweriya xwe ji hêza xwe ya zatî ya parastinê û artêşa xwe xurt be. Ger hêzeke ku bitirse heye ew jî DAÎŞ e. Şoreşa Rojava bê Emerîka pêk hat. Di salên şoreşê yên destpêkê de Emerîka bi faşîzma Tirkiyê ya mêtînger re tevdigeriya. Ji pê ve Emerîka li Efxanîstanê bi Talîban re li hev kir û vekişiya. Ango desthilatî bixwe radestî Talîban kir. Li vir tiştê ku pêwîst e bê kirin li dewsa bawerkirina ji Emerîka xurtkirina parastin û rêxistinbûna xwe ye. Pêwîst e em ji dîroka xwe ya şoreşger hêz bigirin û li dijî propaganda û rêbazên şerê taybet bisekinin.