Ji Bo Yekîtîya Karker û Bindestan; BIJÎ 1Ê GULANÊ

Ji bo Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn; li dijî dagirkerîya emperyalistan, mêtingehkarîyê û zihnîyeta çeteyên selefî yên cîhadîst; karker, kedkar, jin û gelên bindest ên Kurd, Ereb, Durzî, Elewî, Suryan, Keldanî, Aşûrî, Ermen û Turkmen, hemû bibin yek.

Em Kurdistaneke azad dixwazin ku tu dagirker êrîşî axa me nekin, jin mehkûmî jîyana bi zihnîyeta DAÎŞ’ê neyên hiştin û azad bin. Em Kurdistaneke azad û sosyalist dixwazin ku karker, kedkar, jin û hemû bindestan heqê keda xwe bistînin, dewlemend dewlemendtir û feqîr feqîrtir nebin.

Gelê me yê Kurd, bi dehan sal in li çar perçeyên Kurdistanê mêtingerîyeke dualî dijîn. Li alîyekî axa me di bin dagirkerîya mêtingehkaran de ye, li alîyê din li her derê ku em wek karker dixebitinin mafên me nayên naskirin û keda me tê mêtin.

Jinên Kurd di hedefa yekem a êrîşên dagirkerîyê de ne. Li gel newekhevîya zayendî, îstîsmarkirina kedê ya giran û tunehesibandina nasnameya xwe ya zayendî bi awayekî kûrtir jîyane. Li Rojavayê hemû destkeftîyên şoreşê û rêveberîya xweser tê xwestin ku werin tasfîyekirin. Civaka ku jin tê de azad nebe, ew civak bixwe jî azad nabe. Werin em bi hev re parastina şoreşa jinê bikin.

1ê Gulanê; Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgirîyê ya çîna karkeran e. Di heman demê de roja têkoşînê û agirê azadîyê yê hemû kedkar, gelên bindest û jinan e. 1ê Gulanê, ji bo siberoja azad a Kurdistanê, di meşa me ya ber bi welatekî azad de ku bindestên îro li ser desthilatdaran bin, keda xwe bistînin û bi rûmet bijîn, rojeke girîng e.

DYA ya emperyalist û Îsraîla sîyonîst êrîşî Îranê dikin. Li Libnanê şer berdewam dikin. Dewletên Ereb ên hevkar ên li heremê li kêleka siyaseta şer in. Di vê şerê paşverû de bi hezaran mirov dimirin, bi mîlyonan mirov neçarî koçberîyê dibin. Gel mehkûmî birçîbûn û mirinê tên kirin. Di her êrîşeke dagirkerîyê de zehmetîya herî mezin gelên me yên xizan dikşînin. Li dijî êrîşên dagirkerîyê divê hemû karker, jin û gelên bindest bibin yek û ji bo Rojhilata Navîn a azad têbikoşînin.

Çeteyên cîhadîst ên li Şamê, hemû dewlemendîya Sûrîyeyê difiroşin yekdestdariyên emperyalîst û şîrketên DYA, Fransa, Qatar, Erebistana Siûdî û Tirkîyeyê. Heta ku li dijî zihnîyeta HTŞ’ê têkoşîn neyê kirin û emperyalist ji Rojhilata Navîn neyên derxistin, Sûrîyeyeke azad û demokratîk ne pêkan e.

Hemû gelên Rojhilata Navîn, hemû karker, kedkar, jin û gelên bindest ên Kurdistana yekbûyî, azad û sosyalist, têkoşîna yekbûyî bilind bikin. Werin em ji bo Federasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk-Sosyalist bibin yek û têkoşînê bikin.

Di 1ê Gulanê de em derkevin qadan. Parastina azadîya xwe bikin.

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)