Îxanet Kûrbûna Koledariyê Ye Li Hember Koledariyê Vîna Azad

Dagirbûna axên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve qasî ku bi alîkariya hêzên emperyalî vê tê kirin ew qas jî bi alîkariya hêzên herêmê yên paşverû tê kirin. Lê rastiya ku em hîna zêdetir li ser nîqaş bikin ew e ku di vê pêvajoyê de têkîliya PDK’ê û ENKS’ê ya bi dewleta Tirk ve riya dagirkeriyê hîna zêdetir berfireh dike.

Parçekirina Kurdistanê wek siyaseteke navnetewî çawa pêş ket û hêzên emperyalî li ser çi esasî bi hevpeymana Skys-Picot Kurdistan kirin çar parçe û li her çar parçeyan bi riya mêtîngêriyê gelê Kurd hem di alî ziman, çand, aborî û dîrok wek giyanî parçekirin mijara nîqaşeke kûr e. Di siyaseta 100 salan de di Kurdistanê de her tim siyaseta “parçe bike, qetqetî bike, bi rê ve bibe” hat şopandin. Ji ber ku parçekirin û tunekirina netewekê yan jî dîrokekê tenê bi vê rêyê gengaz dibe.  Lê hêzên emperyalî yan jî çar dewletên mêtînger û dagirker bi taybetî jî dewleta Tirk ji dema împaratoriya Osmanî ve heta îro li ser Kurdistanê ligel vê siyasetê bi taybetî rêbaza hevkariya di hundir de şopand. 28 Şoreşên Kurdistanê bi rêjeyeke mezin bi vê riyê hatin têk birin. Mînakên vê yên herî mezin di dema împaratoriya Osmaniyan de ji bo sefera dagirkirina Kurdistanê avakirina Lîwayên Hamîdiye bûn. Piştî avabûna Komara Tirkiyê, Atatûrk jî nefsa siyasetê da meşandin.

Piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê (PKK) ji bo têkbirina vîna gelê Kurd û PKK’ê dewleta Tirk ket nav hewldana meşandina vê siyasetê. Lê di vê siyasetê de çiqasî serkeftî bû îro mijara me ya nîqaşê ev rastî ye. Di salên 90’î de li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve şerê herî qirêj hat meşandin û îro hîna jî tê meşandin. Îro dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina tevahî hêzên emperyalî û hêzên herêmê yên paşverû ji Başûrê Kurdistanê heta Rojava, ji Şengalê heta Bakurê Kurdistanê siyaseta dagirkerî û mêtîngêriyê dide meşandin. Armanca dewleta Tirk tenê bi siyaseta tunekirina vîna şoreşa Kurdistan û gelê Kurd ne sînordar e. Armanca AKP û MHP’ê ew e ku bi dagirkirina Kurdistanê di aliyekî de siyaseta hêzbûneke herêmî dide meşandin. Lê dewleta Tirk li ser çi esasî li hemberî gelê Kurd û tevahî gelên bindest vê siyasetê dide meşandin? Bersiva vê pirsê bêguman li ber çavan e û divê em vê rewşê bi kûrahî lêkolîn bikin ku em bigîhêjin encamên rast. Dewleta Tirk di cîhanê de xwedî artêşa NATO’yê yê duyemîn e, li hemberî gerîla û hêzên şoreşger teknîka herî pêşketî bikar tîne. Lê ruxmî vê rastiyê bi salan e nikare encamekê bi dest bixe.

Lê rastiya ku dewleta Tirk îro sînorên dagirkeriyê li Kurdistanê ew qas berfireh dike çiye? Li Başûrê Kurdistanê bi salan e siyaseta PDK’ê xizmetî dewleta Tirk dike. Ji ber ku îro PDK’ê ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd dimeşe. Di hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker de herî dawî li Xelîfanê ji hêla pêşmergeyan ve bi kemînekê şehîdxistina 7 gerîlayan, li Sileymaniyê şehîdxistina heval Şukrî Serhed mînakên herî şênber in. Li ser Şengalê hevpeymana ku bi hikûmeta Iraqê re hatiye çêkirin, dorpêçkirina Herêmên Parastina Medyayê ji aliyê peşmergeyên PDK’ê ve û rê vekirina avakirina noqteyên leşgerî yên dewleta Tirk mînakên herî şênber in. Dîsa binçavkirina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser li Hewlêrê berdewamiya vê ye. Tevgera istixbarata dewleta Tirk, hevdîtinên PDK’ê û Tirkiyê kûrkirina vê xetê ye.

Siyaseta ku ENKS’ê li Rojava dide meşandin dîsa berdewamiya vê siyasetê ye. Sekna ENKS’ê di dema êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hîna nehat ji bîrkirin û di dîrokê de wek îxaneta gelê xwe hat nivîsandin. Lê belê xata ku ENKS’ê li Rojava dide meşandin ji xeta PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê ne serbixwe ye.  Îxanet her tim xeleka koledariyê ye û her ku xeta îxanetê mezin dibe ew qas koledarî jî kûr dibe. Divê bê zanîn ku îro xeta ku PDK’ê li hember PKK’ê dide meşandin tenê û tenê xizmetî dewleta Tirk, hêzên herêmê yên paşverû û hêzên emperyalî dike.

Faşîzma AKP û MHP bi sedema tunekirina PKK’ê di esasê dixwaze di herêmê de sînorên berî peymana Lozanê ji nû ve ava bike. Em bi rihetî dikarin bêjin sedem bi tevahî tunekirina rastiya Kurdî ye. Em nêzikatiya dewleta Tirk û Erdogan a dema referandûma (dengdayina gelî) Başûrê Kurdistanê bînin bîra xwe. Îro siyaseta ku di Efrînê de tê meşandin, guhertina demografî, çand, ziman û dîroka Kurdan, êrîşên ku îro li ser giştî Rojava û Başûr tên meşandin encama vê rastiyê ne. Dîsa astengkirina yekîtiya netewî ya Kurdan armanca herî yekemîn e û xeta hevkariya PDK’ê û ENKS’ê bi dewleta Tirk û dijminên şoreşê ve birîneke mezin di dîroka gelê Kurd de vedike.

Di aliyê din de pêwîst e rastiya PDK’ê wek çînî bê nirxandin. Ji ber ku PDK’ê xwe li ser esasê berjewendiyên çînî, malbatî û eşîrtî ava kiriye. Li dijî berjewendiyên gelê Kurd berjewendiyên xwe yên şexsî esas digire. Başûrê Kurdistanê wek aborî û siyasî hatiye parçekirin û li ser vê esasê tê bi rê ve birin. Di milê aborî de bi temamî girêdayî derve ye, tena serê xwe nikare gavekê bavêje. Ji ber vê ye ku di Başûrê Kurdistanê de di aliyekî de di milê aborî û civakî de aloziyeke mezin heye. PDK’a ku ji bo berjewendiyên xwe yên burjuwayî li hember PKK’ê şer dike û bi awayekî vekirî hevkariya dewleta Tirk dike roj bi roj dewlemendiya xwe mezin dike û temsîla çîna burjuwayî dike. Di kokên xeta xiyanetê û astengkirina yekîtiya netewî de ev rastî heye. Ev siyaseta PDK’ê û ENKS’ê li ber avabûna Yekîtiya Netewî ya Kurd astenga herî mezin e. Armanca dewleta Tirk a herî mezin di van êrîşên li ser çar parçeyê Kurdistanê astengkirina Yekîtiya Kurdî ye. Ji ber nêzikatiya ENKS’ê ya ku dixwaze destkeftinên şoreşê tune bike niha hevdîtinên yekîtiyê sekînine, ev tu carî nayê qebûlkirin. Divê PDK’ê û ENKS’ê dev ji siyaseta xwe ya hevkarî û xiyanetê berde û di aresteya berjewendiyên gel de tevbigere. Dîrok tu carî xata xiyanetê ji bîr nake û afû nake.

Lê em dinêrin her ku şer û dagirkerî mezin dibe nakokiyên çînî û xizantî jî zêde dibin. Ev rewş wek diyalektîk encameke çarenîn a rastiya PDK’ê ye. Ev rewş bandoreke bi çi rengi li jiyana gel dike? xala yekemîn qasî ku malbata Barzanî her ku diçe dewlemend dibe gel ew qasî xizan dibe. Çalakiyên gelekî mezin ên mamoste, kedkarên tendurîstî û hwd. ku ji bo muçeyan berî çend salan hatine destpêkirin îro jî berdewam in. Îro bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ciwan û gel berê xwe didin Ewropa. Dîsa li Şeladîzê serhildana gel li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk encamên vê siyasetê ne.

Divê gelê me yê çar perçayê Kurdistanê û yên li çar aliyê cîhanê jiyan dikin li dijî vê siyaseta bê rûmet rabin ser piyan û li dijî dagirkerî û xiyanetê xwedî li vîna xwe derkevin.