15’ê Gulanê; roja ku Celadet Elî Bedirxan û hevreyên wî di sala 1932’an de li Şamê bi kovara Hawarê zimanê Kurdî bi cîhanê re dan naskirin e. Ev têkoşîna ku bi kovarên Hawar û Rêya Teze mezin bûye, ne tenê têkoşîna elfebeyekê ye. Têkoşîna gelêkî ye ku ziman, nasname û azadiya xwe ji zexta qirkirinê rizgar dike. Bi vê boneyê, em Cejna Zimanê Kurdî ya hemû gelê xwe pîroz dikin. Em silavê li her kesê ku ji bo azadiya zimanê xwe bedel dane, dikin.
Ziman mafek e; nabe mijara bazartîyê
Zimanê dayikê bingeha hebûna gelêkî ye û yek ji mafên bingehîn mirovan e. Zimanê me nikare li ber dilovaniya dewletekê bê hiştin. Ev ne meseleya spasdariya ku ji aliyê kesekî ve ji me re were dayîn. Em ji bo zimanê xwe bikar bînin ji kesî destûr naxwazin. Em parastina mafê xwe yê herî xwezayî dikin. Qedexekirina zimanê dayikê an jî astengkirina bikaranîna zimanê di qada giştî de, li dijî mafên mirovan sûcekî giran e.
Rêveberiya Şamê ya di bin serkêşiya Colanî de, xwest ku tabelayên Kurdî ji dadgehan û saziyên me din ên giştî rake. Ev zihniyet, bi zihniyeta BAAS’ê ya mêtinger re ku avêtin ser çopa dîrokê, yek e. Ev polîtîkayeke asîmilasyonê ye. Ev êrîşa li ser zimanê me bi saya îrade û çalakîyên gelê me û bi taybetî jî ciwanên me yên welatparêz, deşîfre bûye û derketiye holê. Têkoşîna me ya li kolanan ne tenê ji bo tabelayeke du-zimanî ye. Em tabelayeke ku li ser wê “Komara Erebî ya Sûriyeyê” heger bi zimanên din be jî hatibe nivîsandin, naxwazin. Ji ber ku ev tê wateya înkarkirina netewa Kurd û înkarkirina Rojavayê Kurdistanê. Gelê me yê ku li dijî tabelaya yek-zimanî li ber xwe dide û xwedî li ziman û rûmeta xwe derdikeve; nîşan da ku zimanê dayikê nabe mijara bazartiyê. Ev hêrseke mafdar e. Têkoşîna gel, nîşaneya herî berbiçav a gotina me ya “Zimanê me hebûna me ye” ye.
Em gavan paşde navêjin: Pirzimanî bingeha jiyana hevpar e!
Modela rêveberiya xweser a ku me bi şoreşa Rojava ava kiriye, li ser yek zimên nehatiye avakirin. Vê modelê derfet da ku hemû gelên li ser vê axê dijîn, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Turkmen, zimanên xwe bi awayekî wekhev û azad bikar bînin. Ev pergala azad a pirzimanî, yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşa me ye ku bi bedelên giran hatî avakirin. Bingeha jiyana me ya demokratîk e. Yên ku dixwazin Kurdî ji avahiyên dadgehan jê bibin, di heman demê de dixwazin edaletê jî jê rakin. Em ê ji pergala demokratîk a li Rojava û ji rêveberiya ku hemû zimanan azad dihêle, tu carî gavan paşde navêjin.
Weke Tevgera Komunîst a Şoreşger bangawaziya me ji bo gelê me ev e:
Cejna Zimanê Kurdî, îro ji her demê bêtir roja berxwedanê ye. Werin em li dijî polîtîkayên mêtinger û asîmilasyonê yên rêveberiya Şamê ya Colanî derkevin qadan. Di her qada jiyanê de bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û nîşan bidin ku mafê zimanê dayikê nabe mijara bazartîyê. Em berxwedana birûmet a ku ciwanên me dane destpêkirin, mezin bikin. Werin em xwedî li hemû destkeftiyên şoreşa xwe derkevin. Li dijî yên ku yek-zimaniyê ferz dikin, em modela xwe ya jiyana azad, demokratîk û pirzimanî biparêzin. Îro Cejna Zimanê Kurdî ye; li her derê, di her qadê de bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî biaxivin û bi Kurdî bifikirin.
Divê kes ji bîr neke; yên ku zimanê wxe yê dayikê tune be, jiyan, nasname û pêşeroja wan jî nabe. Dewlet û zihniyetên mêtingehkar wê hilweşinin. Lê belê gelên ku ji bo zimanê xwe yê azad têdikoşin, wê heta hetayê bijîn.
Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me dîroka me ye, hebûna me ye, pêşeroja me ye!
Têkoşîna bi zimanê dayikê, têkoşîna hebûnê ye!
Bijî Kurdistana Azad!
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)



Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e