Şehîd Zagros bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Endamê Tugaya Şehîd Elîşêr Denîz, Yasir Xelîl (Zagros Hesekê) di encama bomberana dewleta Tirk a faşîst û mêtînger de li eniyên Til Temir bi lehengî şehîd ket. Rêheval Zagros Hesekê heta kêliya xwe ya dawî şoreşa me parast û rê neda dijminê xof. Bi lehengî şer kir û şehîd ket.

Şehîd Zagros Hesekê li Pakrewangeha Şehid Dijwar bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Endamên me konê sersaxiyê yê ji bo Şehîd Zagros Hesekê (Yasir Muhdî) li taxa Neşwa hatibû vedan ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Em weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) soz didin ku heta şkenandina dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk em ê têbikoşin. Em ê her riya şehîdên xwe bişopînin.

Şehîd Namirin!

Şehîd Zagros Nemir e!