Fermandarê Şoreşê Baran Serhat Li Bajarên Rojava Hat Bibîranîn.

Endamên TKŞ’ê û JKŞ’ê di 1’emîn salvegera şehadeta Baran Serhedê ku hem endamê Komîteya Navendî yê MLKP’ê û hem Nûnerê Rojava bû li bajarên Kobanê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Hesekê çalakiyên bîranînê li dar xistin.

Ji ber vîrûsa COVID-19 çalakiyên bîranînê yên girseyî hatin betalkirin. Bi tevlêbûneke sînordar li saziyan bîranîn hatin lidarxistin.

KOBANÊ:
Bîranîna bi boneya 1’emîn salvegera şehadeta Baran Serhed hat lidarxistin, Di bîranîna ku bi rêzgirtinê destpêkiriyê de sînevîzyon hat pêşkeşkirin û li ser jiyan û têkoşîna Baran Serhed axaftin hatin kirin.
Di axaftina ku bi navê TKŞ’ê hat kirin de, bal hat kişandin ser girêdana bi doza şehîdan, li têkoşîna wan xwedî derketin, girîngiya mezinkirina nirxên ku ew di oxira wê de şehîd ketine. Di axaftinê de hat gotin ku ” Ger ku têkoşîn û ramanên şehîdan hîn jiyan dike, ger yên bi dû wan de tên û ala wan teslîm girtine têkoşîna wan dimeşînin wê gavê şehîd dibin nemir. Rêheval Baran jî di têkoşîna şopdarên xwe de jiyan dike. Baran Serhed ne tenê wek avakerê MLKP’ê, weke pêşengê şoreşên Tirkiyê, Kurdistanê û Rojava rê nîşanî me dide.”
Di axaftinê de bal hat kişandin ku Baran Serhed di îşkencexane û zindanên dewleta Tirk a faşîst de qet serî netewandiye û wiha hat berdewamkirin: ” Çawa ji hepsê derket hat Rojava û derbasî ser karên xwe yên şoreşger bû. Li ser pirsgirêkên guncaw ên şoreşê fikir meşand, di vê rêyê de hemû rêxistina Rojava seferber kir. Kir ku di şerê li hember DAÎŞ’ê de hêzên partiyê li hemû eniyan cih bigrin. Ne tenê li Rojava li çiyayên Şengalê jî ala azadî û şoreşê bilind kir.”
Hat gotin ku ” kê ew nas kiribe ew mînak girtiye. Rêheval Baran bi disîplîn, biryardarî, girêdana bi nirxan re, şoreşgeriya xetê, exlaqê xwe yê xurt ê şoreşger weke kadroyê pêşeng ê partiya xwe derket pêş.”
Yên tevlê bîranînê bûne axivîn û bîr û ramanên xwe yên li ser Baran Serhed anîn ser ziman. Di axaftinan de gotin ku ” Ew kadroyê pêşeng ê Rojava û Rojhilata Navîn bû. Bi têkoşîna xwe ji me re bû mînak. Em li ber bîrên wî bejna xwe ditewînin.”
Di bîranînê de dirûşmeyên ”Şehîd Namirin” hatin avêtin. Stranên ku Baran Serhed nîvisandine û dibêje hatin guhdarkirin.

QAMIŞLO
Endamên TKŞ’ê û JKŞ’ê ji bo Baran Serhedê ku nûnerê MLKP’ê yê Rojava bû bi bîr bînin çalakiya bîranînê lidarxistin. Bîranîn li navenda SYPG’ê çêbû û bi rêzgirtin û sînevîzyonê destpê kir.
Zîlan Destan bi navê TKŞ’ê axivî û anî ser ziman ku ”Baran Serhed jiyaneke ku ji şoreşê re hatibû nezirkirinbû. Rêheval Baran kadroyekî pêşeng ê MLKP’ê û şoreşên Tirkiyê, Kurdistanê û Rojava bû. Bi bîr anîna wî, naskirina jiyana wî, bi xeta wî ve gihîştin di heman demê de fêmkirina şoreşê ye. Em ê wek şagirtên wî vê xeta wî hîna zêdetir bi Baranbûyinê re bigîhînin serkeftinê.”
Yên tevlê bîranînê bûne bîr û ramanên xwe yên li ser Baran Serhed anîn ser ziman. Soza berdewamkirina têkoşîna wî dan. Bîranîn bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ
TKŞ’ê û JKŞ’ê li Dirbêsiyê Baran Serhed bibîranîn. Bîranînê bi rêzgirtinê destpêkir.
Piştî axafitina ku bi navê TKŞ’ê hatiye kirin Xalit Ebdullahê ku li ser navê malbata Baran Serhed wesîqeya şehadetê girtiye axivî. Ebdullah got ku” Ez heval Baran bi hezkirina wî ya ji gelê xwe kêm nekir bi bîr tînim. Şoreşgerekî ku ji bo gelên bindest û çîna karkeran ji têkoşînê re rêbertî dikir şehîd ket. Di 1’emîn salvegera şehadeta wî de em giraniya bîranîna wî dikişînin. Wî di Şoreşa Rojava de bi awayekî çalak cih girt. Şoreşa Rojava bi keda xwe, bi zanebûna xwe û bi hezkirina xwe mezin kir. Bû mînaka şervanên xeta komûnîst. Ji bo ku pirsgirêkên şoreşê çareser bike jiyana xwe bi şoreşgerî birêxistin kir. Ji gelê xwe dûr nesekinî, bû rihekî vê şoreşê. Gîhaşt dilê gelên Rojava, dilê me ronî kir. Em ê girêdana xwe bi xurtkirina şoreşê nîşan bidin.”
di bîranînê de sînevîzyon hat pêşkeşkirin û dirûşmeyên ”Şehîd Namirin” hatin avêtin.

HESEKÊ
Baran Serhed li Wargeha Waşokanî ya ku li Hesekê ye hat bibîranîn. Gelên Serêkaniyê ku ji ber dagirkeriya Tirk ji cih û warên xwe dûr ketine tevlê bîranînê bûn. Di bîranînê de li ser navê TKŞ’ê Cemîl Seydo axivî û di derheqê jiyan û têkoşîna Baran Serhed de agahî dan.
Seydo got ku ”Rêheval Baran li Serê Kaniyê ya ku di bin dagirkeriyê de ye hîn jî li ber xwe dide. Pakrewangeha wî li wê derê li ber xwe dide. Nirxên ku ava kiriye li wir tirsê dike nava dilê dijmin. Em jî soz didin heval Baran ku heta em axên xwe rizgar bikin em ê têkoşîn bikin.”
Yên ku tevlê bîranînê bûne jî fikir û hestên xwe anîn ziman.