Duh Em Bi Serketin Dîsa Em ê Bi Serbikevin

Endamên CKŞ, TKŞ û JŞK’ê li hemberî êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ên li Kobanê, li cihê êrîşê daxuyaniyek dan. TKŞ’ê Di zanîn ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Endamên Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li cihê ku êrîş pêk hat çalakiyek li dar xistin.

Endamên me di çalakiya xwe ya têkildarî komkujiya dewleta Tirk de pankartên bi nivîsa “Em ê gelê xwe, axa xwe, şoreşa xwe biparêzin” û “Bimre xiyanet, dagirkerî û mêtîngerî” hilgirtin. Gelek caran dirûşmên “Şehîdên Şoreşê Namirin” û “Bijî Berxwedana Kobanê”  hatin berzkirin.

Daxuyaniya me ya çapemeniyê ya li Kobanê ji aliyê Bahar Kobanê ve hat xwendin. Kobanê wiha got:

Duh DAIŞ Îro Erdogan, Duh Em Serketin Dîsa jî Em ê Serbikevin”

” Erdoganê faşîst dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd li her derê dide nîşandan. Tehdîta êrîşkirina Rojava ji tevayê cîhanê re ragihand. Ji Til Rifatê heta Minbicê, ji Kobanê  heta Til Temirê ji êrîşên nû yên dagirkirinê re li fersendan digere. Li gel lihevkirina Emerîka û Rûsyayê dixwaze axên me dagir bike, heger fersenda dagirkirinê nebîne bi her riyê qasî ji destê wî tê amadekariya êrîşa şoreşa me û gelê me dike. Bi tang û topan gundên me topbaran dike, malên me dişewitîne, gelên me qetil dike. Bi balefirên keşfê wesayîtan dike hedef, hewil dide ku tirsê li nav gelême belav bike.

Dawiya rojên dagirkeriya dawleta Tirk a li Rojava û Sûriyê nêzik dibe. Gelên Kurd û Ereb dagirkirina axên xwe napejirînin. Ji Îdlibê bigire heta Efrînê, Ezazê û Serêkaniyê di axên me de li hemberî artêşa dagirker a Tirk berxwedaneke bênavber berdewam dike. Di herî dawî de li Ezazê du leşkerê  dagirkeriya Tirk bûne hedefê berxwedêran, Erdoganê faşîst dibêje ku “ev dilopa dawiyê ye, ez ê Til Rifatê dagir bikim”. Yekîtîya Netewan da dîyarkirin ku artêşa Tirk sûcê şer kiriye. Dê dinya û gelên Rojhilata navîn sûcên te jibîr nekin, teqez em ê hesabê ji te bipirsin, vê bizanibe!

Ne Emerîka ne jî Rûsya ne dostê me nin, Kengî ku Erdogan êrîşê gelê me dike ev hêzên emperyalîst pêşiya dawleta Tirk vedikin. Di dagirkirina axên me de Emerîka û Rûsya jî sûcdar in. Ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji qetilkirina gelên me re digrin. Rejîma BAAS jî li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng e. Li hemberî destkeftiyên Kurdan dawletên mêtinger bi hevgirtî tevdigerin. Em ê ji hêza xwe bawer bikin, em ê bi gelê xwe re bihevre liberxwe bidin, me duh li hemberî DAIŞ’ê çawa Kobanê parast û em serketin, em ê dîsa li hemberî dagirkeriyê liberxwe bidin û axên xwe azad bikin. Di çîyayên Kurdistanê û qadên Parastina Medya de berxwedana gerîla ya li hemberî îxaneta PDK’ê û êrîşên dawleta Tirk rê nîşanême dide, em ê jî dê li ser riya vê berxwedana lehengî pêşve biçin. Em ê dagirkeran ji ser axên xwe biqewitînin.

Erdoganê faşîst her ku qels dibe hîn zêde êrîşkariyê dike. Em dizanin ku, keleha berxwedanê Kobanê ku cihê destpêka şoreşa Rojava ye ji Erdoganê faşîst re birîneke mezine. Ji vê sedemê Kobanê dike hedef. Duh tam jî di vê xalê de, di navîna mal û jîngehên gelê me de bi balefirên keşfê êrîşek pêk anî. Di vê êrîşa arasteyî gel û şervanên me de şehadet û birîndarî çêbûn, zîyan gihişte sivîlan û jîngehan. Dijminê gelê Kurd Erdoganê faşîst bêyî ku cudahiya zarok, pîr/kal, jin, zilaman bike êrîşî gelê me dike. Em jin û ciwanên Kobanêyî dibêjin ku, va ye em dîsa li vê derê ne, em li Kobanê ne, em ê li hemberî êrîşên dawleta Tirk a dijminê mirovahiyê li berxwe bidin, axên xwe biparêzin.

Bijî Şoreş Bijî Berxwedan

Bimre Îxanet, Dagirkerî û Mêtingerî

Emê Serbikevin ”