CKŞ’ê Li Kobanê Li Hemberî Êrîşên Mêtîngeriyê Daxuyaniya Çapemeniyê Da

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger li Kobanê li Qada Şehîd Egîd li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a mêtînger daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de lafîteya “Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk a Mêtînger Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin”,  diwîzên “Bimre Dagirkerî Bijî Azad û Sosyalîzm”, “Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin”, “Bijî Şoreşa Rojava Bijî Şoreşa Jinê” hatin hildan. Di heman demê de ciwanan fûlarên sor girêdan û wêneyên komkujiyên Dewleta Tirk a dagirker rakirin.

Li ser navê CKŞ’ê Dîlek Kobanê daxuyanî xwend. Dîlek Kobanê êrîşên di rojên dawîn de pêk hatin bi bîr xist û wiha got: “Dewleta Tirk a mêtînger êrîşên xwe yên dijmirovî li ser şoreşa me didomîne. Di rojên dawîn de êrîş ketin asteke nû û hovane. Herî dawî li Şengalê li nava sûkê fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hatin şehîdxistin. Ne bes, dîsa li Şngalê Nexweşxaneya Sikêniyê ji hêla Dewleta Tirk a dagirker û faşîst ve hat bomberankirin û 8 kes hatin şehîdxistin. Hîn cenazeyên şehîdên xwe me nesipartibû axê Dewleta Tirk li Zirganê dayikek û zarokek bi moşekan şehîd kirin. Êrîşên xwe yên hovane nesekinandin û bi xedarî li Til Temir fermandar û leşkerên me di nav de 4 hevalên me hatin şehîdkirin. Dîsa di heman roj û saetê de li Qamişlo dîsa bi teyareyan li erebeyekê dan û fermandar Rênas Roj şehîd ket. Dîsa jî li Qamişlo û li Kobanê êrîşên hewayî yên Dewleta Tirk a mêtînger berdewam dikin.”

Dîlek bal kişand ser êrîşên şerê taybet jî û axaftina xwe wiha domand: “Ev deh rojên dawîn in êrîş û suîqastên Dewleta Tirk a mêtînger nesekinîne. Li Kobanê, Dirbêsiyê û Qamişlo li ser sînor sivîlan dikin hedef. Kesên ku xwestinê di sînor re derbas bibin îşkence dikin û diavêjin paş sînor.  Bi van re dixwazin bi şerê taybet û qirêj bidomînin. Di nav ciwanan de hişbir, sîxurtî û derbasbûyina nav Tirkî dixwazin zêdetir bikin. Bi rêbazên şerê qirêj dixwazin di nava ciwanan de bêbawerîbûna hêza xwe ya leşgerî belav bikin. Bi pereyan diwazin fikra azadiyê di nav ciwanan de şêlî bikin. Ya herî girantir dixwazin rêber û pêşengên gel û şoreşê tune bikin, gel bêpêşeng bihêlin ku karibin şoreşa me hilweşînin.”

“Ciwan hêza herî çalak a civakê ye. Me şoreşa xwe bi hezaran şehîdên ciwan ava kir û parast. Ciwan pêşeroj in. Dewleta Tirk ji ber vê ji aliyekî êrîşên tunekirinê ji aliyekî jî êrîşên ji hundir ve hilweşandinê li ser me dimeşîne. Mixabin, hin kesên ku fikra wan a azadiyê şêlî bûye, ji welatparêziya xwe dûr ketine bi dû van derew û lîstokan ve dirin. Ruxmî ew qas êrîş hîn jî em dibinin ku ciwanên me di sînorê Tirkî de tên girtin. Malbatên me jinên ciwan di bin perdeya zewacê de ji şoreşê dûr dixin. Keçikên xwe di nav leşkerên Tirk re yên ku ferqa wan ji DAÎŞ’ê tune ye dişînin da ku biçin Ewrupaya kapîtalîst.”

Dîlek da xuyakirin ku azadî û aramî tenê di şoreşê de pêkan e û pêwîst e ciwan berê xwe nedin derveyî şoreşê. Ev yek jî wiha da xuyakirin: “Îro resmaliyet di asta xwe ya kûrewîbûna emperyalî de ye. Li tu deverê cîhanê aramî, azadî û wekhevî nemaye. Resmaliyet ji bo berjewendiyên xwe her derê û her tiştî talan dike. Ev sîstem di Rojhilata Navîn de encax bi şoreşên demokratîk ku berê xwe dane sosyalîzmê dikare were guhertin. Şoreşa me ya Rojava pergaleke demokratîk, gelparêz û azadîxwaziya jinê ava kiriye. Wateya vê ew e ku ji bo cîhanê riya ku wê azadiyê bîne nîşan dide. Derewên Resmaliyetê ku digotin “Dema şoreşan qediya” perçe dike û ji cîhanê re rastiyê nîşan dide.”

Dîlek Kobanê di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Kurd, Ereb û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: “Ji bo vê yekê em bang li ciwanên Kurd dikin “werin di şoreşê de cihê xwe bigirin. Azadî, aramî û wekhevî tenê di şoreşa me de pêkan e. Şoreşa Rojava şoreşa Kurdistanê ye, werin em vê şoreşê li Kurdistanê belav bikin. Cihê we ne paş sînor e xaka Rojava ya pîroz e.” Em bang li ciwanên Ereb û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin “Dewleta Tirk dijminê hemû netewan e. Hûn tenê dema ku azadiya hemû gelan bixwazin û ji bo wê şer bikin dikarin azad bibin. Ol, bawerî yan jî nîştiman ji bo azadiya we ne bes e. Werin em bibin yek dest û li hemberî Dewleta Tirk a mêtînger bisekinin. Tiştê ji me tê xwestin em şoreşê li Sûriyeyê belav bikin.” Ciwanên şoreşê  werin em bi hev re Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rizgar bikin, şoreşa xwe biparêzin, dagirkeran têk bibin û bi hev re azad jiyan bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Şoreşa Jinê”, “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî Kurdistana Azad” bi dawî bû.