Em ê Bi Berxwedanê Komploya Emperyalî Bişkînin

Berî 22 salan hêzên emperyalîst di 15’ê Sibata 1999’an de Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî Dewleta Tirk a dagirker kirin. Ji Emerîka bigire heta hemû hêzên NATO’yê di vê komployê de bi dil û can kar kirin. Bi vê komployê tiştê ku dihat armanckirin di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de xelaskirina têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê û dîlgirtina têkoşîna şoreşger bû.

Heman hêzên komploger ji Tirkiyeyê re mercên dagirkirina xakên Rojava û Bakurê Sûriyeyê amade kirin. Dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewamiya komployê ye. Îro li Rojava û Bakurê Sûriyeyê êrîşên li ser Eyn Îsa, Til Temir û Til Rifatê, êrîşên li Başurê Kurdistanê li ser Herêmên Parastina Medya û Şengalê, êrîşên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li ser pêşengên şoreşger nîşan dike ku komplo hîna jî berdewam dike.

Gelên Kurdistanê Emerîkaya emperyalîst û hevkarên wê yên faşîst û mêtînger ku ev komplo amade kirin, bi rêxistin kirin û pêk anîn dê tu carî ji bîr neke. Gelên me wê weke her roj li her deverê li hemberî komplogeran berxwedanê geş bikin. Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê nîşaneya şênber a valaderxistina Komploya 15’ê Sibatê ye. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê bi yekitî û berxwedanê şoreşa xwe biparêzin, dagirkeran derbikin û tecrîdê bişkînin.

Em weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger soz didin ku heta serkeftinê em ê riya hevalên xwe yên ku di têkoşîna li hember komloyê de şehîd ketine bişopînin. Em ê şoreşa xwe biparêzin, dagirkeran ji xaka xwe derbikin û tecrîdê bişkînin. Em careke din bag li gelên xwe dikin: “Werin di vê têkoşînê de cih bigirin, bibin yek û ala şehîdan bilindtir bikin, şoreşa xwe biparêzin, dagirkeran derbikin.”

Bijî Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê

Bimre Komploya Emperyalî ya 15’ê Sibatê

 Tevgera Komûnîst a Şoreşger