Li Qamişlo Bîranîna 33’ê Reviyên Xeyalan Hat Lidarxistin

Li Qamişlo bîranîna 33’ê Reviyên Xeyalan li Parka Xwendinê bi tevlîbûna sedan gelê Kurd û Ereb hat lidarxistin. Bîranîna ku bi tevlîbûna sazî û malbatên şehîdan hatiye lidarxistin li ser rihê şehîdan deqekê bi rêzgirtin destpê kir.

Çalakiya bîranînê bi axaftina Saziya Malbata Şehîdan destpê kir. Piştî axaftina Saziya Malbata Şehîdan bi navê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) bi navê TEVDEM Ayîd Îbrahîm û Gaziya komkujiya Pirsûsê Bêrîtan Asya axivî.

Piştî axaftinan bername bi stranên Koma Botan berdewam kir. Bîranîn bi pêşkeşkirina sînevizyona li ser komkujiya Pirsûsê bi dawî bû…