Şehîda yekemîn a KKÖ ya li Rojava Sîbel Bulut hat bi bîr anîn

HESEKÊ/QAMIŞLO- Endamên TKŞ û JKŞ’ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a ku li Rojava şehîda yekemîn a jin a MLKP/ KKÖ ye  bi çalakiyên ku li Hesekê û Qamişlo hatin li dar xistin bi bîr anîn.

Li Hesekê li cihê bîranînê wêneyên Bulut û alên TKŞ û JKŞ’ê hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Nûnera JKŞ’ê Fadya Sîdo axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava bi saya têkoşîna şervanên jin ên pêşeng weke şoreşa jinê jî pêş ve çû. Sîdo got ku “Heval Sarya navê xwe di nava pêşengan de nivîsand. Dema li Kantona Cizîrê bû bersiv da banga dîrokê, li hember gefa ku heta bimre di zindana Tirkan de bê girtin serî netewand û di Bakurê Kurdistanê re derbasî xaka Kobanê bû. Ji bo parastina şoreşê li riyên di herî pêş de derbeyên mezin li dijmin bixe geriya, di kêliyeke wiha de jî şehîd ket.”

Sîdo, bi bîr anî ku piştî şehadeta Bulut bi sedan jinên ciwan bi dirûşmeya “ji Arîn heta Sîbelê em dimeşin serkeftinê”hatin Pirsusê. Sîdo wiha pê de çû “ Erdogan û çeteyên wî yên ku ji vê tirsiyan wisa hesibandin ku wê karibin wêrekiya di dirûşmên jinan de li wir xilas bikin. Lê, şaş bûn. Îro li Rojava bi sedan bi hezaran jin di riya heval Sarya re dimeşin. Em ê jî di riya Sarya re bimeşin û şoreşa xwe biparêzin.”

Yên tevlî bîranînê bûn jî li ser şehîdan hestên xwe anîn ziman. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

QAMİŞLO- JI BO SARYA OZGUR MEWLÎD HAT XWENDIN

Endamên JKŞ’ê li Taxa Hilîliyê ya Qamişlo ji bo şervana MLKP/KKÖ Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a ku di dîroka 12’ê Berfanbara 2014’an de li Kobanê şehît ket mewlîd xwendin. Di axaftina li ser navê JKŞ’ê hat kirin de wiha hat gotin: “Şehît Sarya li Rojava yekemîn şehîda jin a MLKP’ê ye. Wê bi fîdaîtiyeke mezin li ber xwe da û şehîd ket. Rê ji me re vekir. Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan mezin dibe.”

Piştî axaftinan ji bo Sarya Ozgur mewlîd hat xwendin.