JKŞ: Ji Bo Parastina Şoreşa Jinê Em ê Berxwedanê Bidomînin

Endamên JKŞ’ê çalakiyên li hember dagirkerî û tundiya li ser jinê her 18’ê mehê li dar dixin li Hesekê û Kobanê domandin. Endamên JKŞ’ê gotin “Em ê li hember dagirkerî û îxanetê têbikoşin, ji bo azadiya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî em ê berxwedana xwe mezin bikin.”

 

HESEKÊ/KOBANÊ- Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), çalakiyên ku her 18’ê mehê li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û li hember tundiya li ser jinê li dar dixin li Hesekê li Kapa Serê Kaniyê, li Kobanê jî li Qada Jina Azad li dar xistin.

HESEKÊ

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê û Jinên Partiya Çep jî tevlî çalakiya ku endamên JKŞ’ê li Kampa Serê Kaniyê li dar xistin bûn.

Nûnera JKŞ’ê Fadya Sîdo di daxuyaniyê de diyar kir ku Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser Şoreşa Rojava û gelên herêmê didomîne. Sîdo got “Şoreşa Rojava bi qasî ku şoreşa gelên bindest e şoreşa jinan e jî. Şoreşa wekhevî û azadiya gelê Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan e, şoreşa ciwanan e. Dewleta Tirk bi peymanên qirêj Cerablus, Bab, Azez, Efrîn, Serê Kaniye û Girê Spî dagir kir.”

Sîdo da xuyakirin ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê xwediyê heman ferasetê ne û wiha domand “Wek ku bi hezaran jin li Şengalê ji hêla DAÎŞ’ê ve hatin revandin û li sûkan hatin firotin li Efrînê jî bi sedan jin hatin girtin, rastî îşkence, destdirêjî û tundiyê man. Dagirker ji ber di şoreşê de rola wan mezin e êrîşî jinan dikin. Dewleta Tirk ji bo hemû destkeftiyên me û şoreşa jinê tune bike êrîş dike.”

Sîdo bal kişand ser êrîşên li Başurê Kurdistanê tên kirin û got “Êrîşên ku dewleta Tirk bi destê KDP’ê pêk tîne berdewamiya vê siyasetê ne. Êrîşên KDP’ê yên li Duhok û Amediyê bi ser gerîla de birin yekîtiya netewa Kurd dike armanc.”

Sîdo da xuyakirin ku jinên JKŞ’î siyaseta êrîşker a KDP’ê ya li ser gerîla şermezar dikin û got “Em hemû jinan vedixwînin ku li hember vê îxaneta ku rê li ber dagirkeriya Tirkan vedike rabin ser piyan. Pêwîst e pêşmerge dawî li êrîşên xwe bînin.”

 

KOBANÊ

Li Kobanê endamên JKŞ’ê li Qada Jina Azad çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de diwîzên daxwazên li hember dagirkeriyê û êrîşên li ser gerîla hatine nivîsandin hatin rakirin.

Di daxuyaniya li ser navê JKŞ’ê hat dayin de wiha hat gotin “ Weke jinên ku xakên wan hatine dagirkirin, ji bo pêşeroja zarokên xwe em ê li hemberî dagirkerî û îxanetê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê destkeftiyên şoreşa jinê zêdetir bikin. Heta ku dagirker bin bikevin û jo bo azadiya Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û hemû xakên me yên hatine dagirkirin em ê berxwedana xwe bidomînin.”