Em agirê bedena Buazîzî li hemû Rojhilata Navîn belav bikin

Ciwanên CKŞ’ê ciwanê Tunisî Muhamed Buazîzî yê ku bi pêxistina agirê bedena xwe Serhildanên Gelê Ereb da destpêkirin bi bîr anîn. Ciwanan di banga xwe de gotin: “Em Buazîzî bi bîr tînin û berxwedana wî silav dikin. Em b hev re agirê bedena Buazîzî belav bikin û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin.”

QAMIŞLO- Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) ciwanê Tunisî Muhamed Buazîzî ku li hember xizantiyê bedena xwe şewitand bi bîr anî, bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir.

Ciwanên CKŞ’ê li Qamişlo li ber Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) daxuyaniya çapemeniyê dan. Ciwanan diwîzên “Li hember dagirkeran bijî yekîtiya gelan”, “Wê li Rojhilata Navîn şoreş biserkeve”, “Ne faşîzm ne jî îxanet em ê biserkevin” rakirin.

Ciwanên CKŞ’ê di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku gelên Rojhilata Navîn bi sedan sal in ji ber pergalên dîktorî êş dikişînin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ciwanê Tunisî Muhamme Buazîzî di 17’ê Berfanbara 2010’an de bi pêxistina agirê bedena xwe çirûska serhildanên gelê Ereb pêxist. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin “Ev agir mezin bû û li hemû Rojhilata Navîn belav bû. Gelek dîktator textên ku bi dehansal in desteser kiribûn berdan û reviyan. Bi vî agirî ala şoreşê ya ku di destê gelen bindest de mezin bû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelên Rojhilata Navîn riya Buazîzî dişopînin û wiha berdewam kir: “Ji encameke girîngtirîn a serhildanên gelên Ereb li Rojhilata Navîn li Rojava yekemîn car şoreşa jinê hat avakirin. Jin û ciwanan li hember tarîtiya feodalîzmê û hemû êrîşên paşverû şoreşa xwe ava kirin. Emperyalîstan û dewletên herêmê yên paşverû bi taybetî jî dewleta Tirk ji vî agirê ku Rojhilata Navîn ronî dike tirsiyan. Hêzên empeyalîst ji bo ku agirê şoreşê bêhtir mezin nebe êrîşî şoreşa me kirin. Bi hemû hêz û teknlojiya xwe, bi rêbazen eşkere û veşartî êrîşî me dikin.”

‘Em Agirê Buazîzî Li Hemû Rojhilata Navîn Belav Bikin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû “Jin û ciwanan bi xwîna xwe şoreşa me parastin. Hîna jî em şoreşa xwe lii hember êrîşên dagirkerî û zilamperestî diparêzin. Bi artêşa jinê em şoreşa jinê diparêzin.”

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kirin: “Em weke CKŞ’ê agirê ji bedena Buazîzî belav fibe gurtir dikin. Em wî bi bîr tînin û vîna wî ya berxwedanê silav dikin. Em agirê bedena Buazîzî bi hev re li hemû Rojhilata navîn belav bikin û em Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin.”