Jinan li Rojava li hemberî tundiyê meş li dar xistin

Jinan li Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê meş li dar xistin. Jinan anîn ziman ku wê li hemberî dagirkerî û tundiyê têkoşîna wan bidome û ji bo parastina şoreşa Rojava banga têkoşînê kirin.

QAMIŞLO- Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Nevnetewî ya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê meş li dar xistin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jin bi boneya 25’ê Mijdarê li Baxçeyê Helepçe hatin gel hev.  Kongra Star, Jinên Komûnîst ên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclîsa Jinan a Zanîngeha Rojava û gelek jin û rêxistinên Kurd, Ereb, Suryanî tevlî meşê bûn.

Jinan bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Şengalê” meşiyan. Diwîzên “Jin Jiyan e Jiyanê Nekuje”, “Em ê Jinê û Jiyanê Biparêzin” û wêneyên şehîdên jin hatin rakirin.

Meş li ber Nûnertiya Netewên Yekbûyî veguherî mitîngekê. Rêvebera Kongra Star Gulîstan Gulo li vir axaftinek kir û got “Îroj bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê em meşiyan. Di serî de em hemû şehîdên têkoşîna azadî û rûmetê, şehîdên Şoreşa Rojava bi bîr tînin û li hember wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Gulo da xuyakirin ku ji bo hemû jinan di asteke girîng re tê derbaskirin û wiha pê de çû “Di fêrbûyin, rêxistinbûn, sekna li hember feraseta zilamperest a 5 hezar salî de jin êdî di asteke cuda de ne. Jin dihatin kolekirin, dihatin tunekirin, bê vîn dihatin hiştin. Îro jin li hember vê ferasetê têkoşîna xwe mezintir dikin, li hember wê disekinin.”

Gulo anî ziman ku wê têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê berdewam bike û banga mezinkirina têkoşînê û parastina Şoreşa Rojava ya Jinê li hemû jinan kir.

HESEKÊ

Jinên ku li Çerxerêya Sînalko hatin gel hev bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Li cihê çalakiyê lafîteyên “Jin Jiyan Azadî”, “Ji Komkujiya Jinan Re Na”, “Jin Jiyan e Jiyanê Nekuje” hatin daliqandin. Rojîn Ehmed li ser navê Kongra Star daxuyanî xwend û komkujiyên li ser jinan şermezar kir. Ehmed diyar kir ku êrîşên li dijî şoreşê herî zêde destkeftiyên jinan dikin armanc. Ehmed, banga berxwedanê li hemû jinên cîhanê kir.

Piştî axaftinan Koma Erbane derket dike û şano hat pêşkeşkirin.

DİRBÊSİYÊ

Jin bi boneya 25’ê Mijdarê li JinWar kom bûn. Jinên Komûnîst ên Şoreşger bi lafîteya “Berxwedana li hember dagirkeriyê berxwedana li hember tundiyê ye” tevlî çalakiyê bûn.

Jinên di çalakiyê de diruşmên “Jin Jiyan Azadî” “Jin dimeşe şoreş mezin dibe” Jin jiyan e jiyan berxwedan e” avêtin di kesayetên Xwişkên Mîrabel de rêz girtin.

Fatma Kobanê li ser navê Meclîsa Jinan a JinWar axivî û diyar kir ku weke jin li hember êrîşên li ser jinan wê vîna jinê mezin bikin. Kobanê girîngiya birêxistinbûna jinan di projeyên mîna JinWar de da xuyakirin.

Di axaftina li ser navê Koordînasyona Kongra Star de hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava bi ked û hebûna jinê mezin dibe.