JKŞ Li Qamişlo Di 8’ê Adarê De Civînek Li Dar Xist

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Qamişlo di berfirehiya kar û xebata xwe ya 8’ê Adarê de civînek li dar xist. Di civînê de nûnera JKŞ’ê Zîlan Destan li ser dîroka 8’ê Adarê, pêşxistina şoreşê û îradeya jinê axivî. Zîlan Destan di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e hemû jin li dijî dagirkeriyê ax, welat û destkeftinên xwe biparêzin…