TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê Çalakiya Li Sêmalka Ziyaret Kirin

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ), Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) serdana konê çalakiyê ya li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatiye vedan kirin.

Ev çalakî li ser bangawaziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî tê lidarxistin.

Şande bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bimre Îxanet” derbasî cihê çalakiyê bû û ji aliyê çalakvanan ve hat pêşwazîkirin. Piştre berê xwe da dergehê Pêşxabûr û daxuyaniyek li vir da. Di dauxyaniyê de kiryarên PDK`ê yên li dijî gerîla û gelê Kurd wek xiyanet hatin binavkirin û şehîdxistina gerîlayan bi destê PDK’ê hat şermezarkirin.

Li ser navê TKŞ’ê Cemîl Seydo axivî û wiha domand: “Heke cenazeyên şehîdan radestî malbatên neyên kirin, em ê sînoran rakin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin gelê Kurd tune bikin. PDK bûye hevalbendê Tirkan û xiyanetê li gelê Kurd dike. Ma gelo heta kengî PDK’ê dê wiha bi dû dijminê xwe de bimeşe.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijmin nikare vîna gelên herêmê bişikîne û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin. Bang li PDK`ê hat kirin ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde û êrişên li dijî gerîla rawestîne.

Piştî axaftinan şandeya komûnîstan derbasî bin konê çalakiyê bû û li ser rewşa dawîn ji malbata agahî stend. Ziyaret bi dirûşman hat bidawîkirin.