Tabelaya Taxa Ivana Hoffmann hat nûkirin

Komûnîstên Rojava Ivana Hoffmann a şervana komûnîst û enternasyonal ku Til Temir şehît ketibû bi bîr anîn. Tabelaya taxa ku navê wê lê hatibû dayin nû kirin.

TIL TEMIR- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di çarçoveya Meha Şehîdan de şervana komûnîst Ivana Hoffmann a ku di şerê li hember DAŞ’ê de li Til Nesrî ya gundê Til Temir şehîd ket bi bîr anîn.

Endamên TKŞ û JKŞ’ê tabelaya taxa ku navê Ivana Hoffmann hatiye dayin jî nû kirin. Endamên TKŞ û JKŞ’ê, Saziya Malbatên Şehîdan, Mala Jinê û Hêzên Asayişê tevlî bîranînê bûn.

Li qada ku tabela hate dayin bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Bedran Hesen li ser navê TKŞ’ê axivî û wiha got: “ Şehîdên me ew in ku ev şoreş ava kirin û emanetî me kirin. Îro em bi saya wan di xaka xwe de azad dijîn. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê şoreşa me ye bi destê çeteyên xwe dixwaze ku şoreşa me bifetisîne. Til Temir ev saleke dîsa li hemberî gefên dagirkirinê berxwedanê birêxistin dike. Em ê heta dwiyê di riya şehîdên xwe re bimeşin û şoreşa xwe li hember hemû êrîşan biparêzin.”

Hesen xeta ENKS’ê ya ku hewl dide destkeftiyên şoreşê desteser bike û hevkariya hêzên mêtînger dike jî rexne kir. Hesen got: “ Dema Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hat dagirkirin yên ku li Rihayê bi leşgerên Tirk re xwarin dixwarin îro hatine dibêjin ka em şoreşê wekhev li hev par bikin. Ev xakên me bi xwînê hatin rizgarkirin û em ê dîsa bi xwîna xwe vê xakê biparêzin. Yên ku em hêza xwe ji wan digrin şehîdên me ne. Em ê qet riya wan bernedin.”

Nûnera JKŞ’ê Fadya Sîdo jî axivî û bal kişand ser jiyana Ivana Hoffmann a ku di 7’ê Adara 2015’an de şehîd ket. Sîdo got: “Şehadeta Ivana ji bo me banga parastina şoreşa jinê bû. Şehadeta wê nîşan da ku xilasî ne li Ewrupayê ye di şoreşê de ye. Bi hezaran jin weke wê ji bo şoreşê ketin vê xaka pîroz. Îro jin bi hêza xwe ya birêxistinî parastina şoreşê didomînin. Êrîşên dagirkeran berdewam dikin. Em weke JKŞ’ê soz didin ku em ê nehêlin ala şoreşa jinê dakeve ji asîmanan.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Bavê Demhat axaftinek hat kir. Bavê Demhat got: “Wê rojê ji bo Til Temir jineke Efrîqî şehîd ket. Pêwîst e ciwanên me vê bangê bibînin û ji bo xaka xwe biparêzin li çeka Ivana xwedî derkevin. Ji riya şehîdan pê ve tu rê nikare me bigihîne xilasiyê.”

Bîranîn bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.