Komûnîstên Rojava Şehîd Bi Bîr Anîn

Komûnîstên Rojava, di çarçoveya Meha Mijdarê Meha Şehîdan de çalakiyên bîranînê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoraşger (TKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) di meha mijdarê de şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

DİRBÊSİYÊ

Endamên TKŞ’ê li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan li dar xistin, malbatên şehîdan jî tevlî bîranînê bûn. Di çalakiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de sînevîzyona ji bo Meha Şehîdan hatiye amadekirin hat pêşkeşkirin.

Xalid Porê li ser navê TKŞ’ê axivî û da xuyakirin ku wê bi bîra şehîdan ve girêdayî bin. Porê danî ziman ku Şoreşa Rojava bi xwîna bi hezaran şehîdan hat avakirin, Komûnîstan jî di avakirina şoreşê de roleke grîng lîstin.

Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku pêşengê komûnîst ji roja ku hatiye avakirin her tim bûye armanca faşîzmê lê bi berdêla şehîdan di bin agir de meşa xwe domandiye. Hat gotin ku “Pêşengên xeta welatparêziya sosyalîst ên weke Baran Serhat di oxira avakirin û parastina Şoreşa Rojava de şehîd ketin.”

Yên tevlî bîranînê bûn jî nêrînên xwe anîn ziman. Endamên TKŞ’ê piştî bîranînê malbatên şehîdan ziyaret kirin.

 

KOBANÊ

Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) di çarçoveya Meha Şehîdan de lîstikek gogpiyê organîze kirin. Ciwan berî lîstikê bi wêneyên şehîdan rêz girtin. Di axaftina bi navê CKŞ’ê hat kirin de wiha hat gotin “Şehîd rêberên me ne. Têkoşîna ji bo welatek azad, şoreş û sosyalîzmê berdêl dixwaze. Wan di herî pêş de berdêl girtin ser milên xwe. Em ê di riya wan de bimeşin. Di riya şehîdên me pêş me dikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan lîstika gogpiyê hat li dar xistin.