Li hember planên tasfiyekirinê destkeftiyên şoreşê biparêzin

QAMIŞLO- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) sekna ENKS’ê ya ku di paşxistina destkeftiyên şoreşê de israr dike û li Başurê Kurdistanê li ser herêmên gerîla sewqiyatên KDP’ê şermezar kirin.

Endamên JKŞ û CKŞ’ê jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di çalakiyê de diwîzên “Hevserokatiyê Biparêz, Şoreşa Jinê Biparêz” û “Zimanê Me Hebûna Me Ye” hatin rakirin.

Li ser navê TKŞ’ê Cemîl Seydo daxuyanî xwend. Seydo anî ziman ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê serhildanên ku li hember Rejîma Esad dest pê kirin ji bo gelê Kurd riya diçe azadiyê vekir. Seydo, êrîşên çeteyên îslamiya polîtîk ên li ser Şoreşa Rojava bi bîr anî û wiha got: “Çeteyan ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo agirê Şoreşa Rojava vemrînin bi hemû hêza xwe êrîş kirin. DAÎŞ, bi piştgiriya Erdoganê faşîst xwest ku Kobanê dagir bike, xwest ku şoreşa azadiya gelê Kurd têk bibe. Lê Kobanê bû Stalîngrada serdemê û berxwedana gel bi ser ket. Pêvajoya binketina DAÎŞ û hevkarên wê dest pê kir. Ev pêvajo, heta ku alên azadiyê li Reqa û Dêra Zorê hatin çikandin berdewam kir.”

Seydo anî ziman ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li hember şoreşê bi hemû hêz û teknîka xwe xebitî. Piştî ku dît nikare bi destê çeteyan şoreşê bisekinîne bi xwe dest bi êrîşan kir. Xwest ku ji perçebûna Kurdan sûdê bigire û me sed salên din paş ve bixe. Xwe nêzîkî KDP û ENKS’ê kir.”

Seydo da xuyakirin ku KDP’ê li şûna li hember mêtîngeriyê li ber xwe bide û li yekîtiya Kurdan xwedî derkeve xwe teslîmî dewleta Tirk kiriye. Seydo got: “Dewletên Iraqê û Tirkiyê li hev kirin. Yên ku dema DAÎŞ’ê êrîş kir ji Şengalê reviyan îro dixwazin zilmê bikin. Ji Şengala ku li hember fermana 73’emîn li ber xwe da û rêveberiya xwe ya xweser ava kir teslîmiyetê dixwazin. Tiştê ku DAÎŞ’ê nedikarîbû bikiraya KDP’ê dixwaze bike.”

Seydo anî ziman ku xeta KDP’ê di êrîşên dewleta Tirk ên li ser gerîla de hevkariyê dike û wiha domand “KDP’ê hêzên xwe li herêmên gerîlayên ji bo hemû Kurdan şer dikin bi cih dike. Dixwaze ku hêzên xwe li Garê, Metîna û Heftanînê bi cih bike. KDP’ê ji aliyekî dibêje ez mafên hemû Kurdan diparêzim lê ji aliyekî jî planan çêdike ku êrîşî şoreşgerên Kurd bike. Ev plan pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk vedike.”

“ENKS’a di xeta KDP’ê de ye jî dixwaze destkeftiyên Şoreşa Rojava ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyeke girîng e paş ve bixe. Yek ji van destkeftiyan jî hevserokatî ye. Hevserokatî di Şoreşa Rojava ya Jinê de bi xwîna bi hezaran jinên şehîd hatiye bidestxistin. ENKS ji roja ku hatiye avakirin dixwaze vîna jinan û şoreşê lawaz bike. Ji aliyekî jî êrîşî zimanê Kurdî dike. Dixwaze careke din hişmendiya Rejîma BAAS’î li ser gelên me ferz bike. Dixwaze careke din ramanên dewletên mêtînger bi gelên me bide pejirandin. Gelên me mafê bi zimanê dayika xwe jiyankirin û xwendinê bi şoreşa xwe bi dest xistin, ENKS’ê vî mafê me dixwaze ji holê rake. ENKS’ê helwesta xwe ya li dijî Kurdan bi xwestina rakirina zimanê Kurdî nîşan dide.”

Seydo anî ziman ku ev hewldandi heman demê de xwestek û ramanên hemû dewletên faşîst û emperyalî ne û wiha got: ”Îro hemû dewletên faşîst û zilamperest di dijminahiya şoreşê de bûn yek. Dixwazin ku yekîtiya gelên me tune bikin. Dixwazin ku pêşketina şoreşê bisekinînin. Em bang li hemû gelên me dikin, bi rihê berxwedana Kobanê, Efrîn û Serê Kaniyê em şoreşa xwe biparêzin. Em bang li hemû Kurdan dikin, li hember van polîtîkayên îxanetê li yekîtiya Kurdan dikin bisekinin.”