Endamên JKŞ’ê salvegera Şoreşa Rojava ya Jinê pîroz kirin

Navenda Nûçeyan- Jinên Komûnîst ên Şoreşger berî 19’ê Tirmehê çalakî li dar xistin.

QAMIŞLO

Endamên JKŞ’ê li qada Mizgeftê ya girêdayî Qamişlo berî 19’ê Tirmehê seyranek li dar xistin. Jinên Kurd û Ereb tevlî seyranê bûn. Di seyranê de li ser destkeftiyên şoreşê û xweparastinê xebat hatin meşandin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze şoreşa Rojava ya jinê bifetisîne. Li hember dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. Di seyranê de li ser Zagonên Jinê jî nîqaş hatin meşandin.

Di seyranê de sifreya hevbeş hat danîn. Beşdaran bi govendan salvegera şoreşê pîroz kirin.

 

 

KOBANÊ

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya Jinê şahiyek li dar xist. Şahî li Qada Werzîşê hat li dar xistin, jinan lîstika gogpiyê lîstin, piştre govend hatin gerndin.

Di axaftina li ser navê JKŞ’ê hat kirin de wiha hat gotin: “Şoreşa Rojava şoreşa me jinan e. Em weke jin pêwîst e li şoreşê xwedî derkevin, mafên xwe biparêzin. Di çalakiyên pîrozkirina şoreşa 19’ê Tirmehê û bîranên 20’ê Tirmehê salvegera Şehîdên Pirsusê de pêwîst e em jin li kolanan bibin.”