Werin em ji bo Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rabin ser piyan

Endamên me Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) di salvegera êrîşa dewleta Tirk a li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de çalakiyek li dar xistin.

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên ji Serêkaniyê, ku ji ber dagirkeriyê neçar man malên xwe biterikînin, beşdarî çalakiya li ber Goristana Şehît Delîl Saruxan a li Qamişlo bûn. Pankartên bi nivîsên “Şehîdên Serêkaniyê nemir in”, “Bimre dagirkerî”, “Bimre xiyanet” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de wêneyên Endamê MLKP MK Bayram Namaz (Baran Serhat) ku li Serêkaniyê nemir bû û şervanên komunîst Kerem Pehlîvan û Serkan Tosun hatin hilgirtin.

Li ser navê tevgera me Ebdulhelîm Osman daxuyanî da û bi bîr xist ku 9’ê Cotmehê roja destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ye. Heoreşa Rojava ji roja damezrandina xwe ve rastî êrîşê hatiye. Osman, “Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû ji bo berjewendiyên xwe dixwestin vîna şoreşê bişkînin. Ev polîtîka bi giranî ji aliyê DAİŞ, El Nûsra û dewleta Tirk ve dihat meşandin.”

Osman diyar kir ku ittifaqa dewleta Tirk a bi Daiş re negihişt armanca xwe û got, “Ji ber vê sedemê, dewleta Tirk a dagirker bi erişkirina ABD û Rûsya yê Çileya 2018’an dest bi dagirkirina Efrînê kir. Du sal şûnde, 9’ê Cotmehê, Di sala 2019’an de dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşa Serêkaniyê û Girê Spî kir.”

Heval Osman, wî bibîr xist ku 9’ê Cotmehê di heman demê de salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Ebdulhelîm Osman diyar kir ku bi deh hezaran kes ji ber dagirkirina Serêkaniyê koçber bûne û wiha dewam kir: ” Bi sedan şervanên azadiyê bi rihekî fidayî berxwadeneke bêhempa meşandin.  Bi sedan şervanên azadiyê şehîd ketin. Pêşengê Komûnîst di destpêka şoreşa Rojava de heta îro ji bo parastina şoreşê di tevahî eniyên şer ên Rojava de cihê girt, bi dehan şehîd û birîndar da. Ligel YPG, YPJ, QSD partiya MLKP’ê û şervanên enternasyonal jî bi rihekî fidayî li hember komên çete û dewleta Tirk a dagirker şer kirin. Ji ber vê ye ku êrîşa dakirkirina ya li ser Serê Kaniyê bi bombebarankirina tabûra Şehîd Serkan destpê kir. Di van êrîşan yek ji şehîdên berxwedana Rûmetê ya Serê Kaniyê şervanê MLKP’ê rêheval Demhat Gûnebakan bû. Em li vir careke din ji wan re soza xwe dubara dikin ku wê berxwedan û xeyalên wan tu carî di nivî de nemîne. “

Osman diyar kir ku di encama itifaqên qirêj de Serêkaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin û got, “Weke Efrînê, li Serêkaniyê jî dîrok, çand, ax û malên me hatine talankirin. Ji ber vê yekê, divê hemû gelên me li ber xwe bidin û xwe li dijî Dagirkerî. Yekemîn tişt Efrîn e, rizgarkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye. “

Osman axaftina xwe bi gotina “Bijî şoreşa Rojava” bi dawî kir.  Piştî daxuyaniyê, komunîstan çûn serdana gorên şervanê MLKP’ê Kerem Pehlîvan û şervanên ku di berxwedana Serêkaniyê de ji bo rûmet û azadiyê şehîd bûne û mûm vêxistin.