Di Salvegera Komkujiya Qamişlo Bîranînen Hat Li Dar Xistin

QAMIŞLO

Di salvegera komkujiya Qamişlo ku di dîroka 12’ê Adarê de ji aliyê rejîma BAAS ve hatiye pêkanîn li şehîdlîga Şehîd Delîl Sarûxan bîranînek hat lidarxistin. Endamên PYD’ê û TKŞ’ê jî beşdarî bîranînê bûn…

HESEKÊ

Bi minasebeta salvegera Qetlîama Qamişlo ya 12’ê Adarê ya 2004’an li xaçerêkên Hesekê Kongra-Star, Meclisên bajêr, JKŞ û TKŞ mûm pêxistin. Gel heta saetên dereng li qadan şehîdên Qamişlo bibîranîn.

KOBANÊ

Li Kobanê bi wesîleya Qetlîama Qamişlo daxuyanî hat dayin.