Şehîdên Til Temir li Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Fermandarê YPG’ê Rênas Roj, Fermandara YPJ û QSD’ê Sosin Bîrhat, Fermandarê Meclîsa Leşgerî ya Til Temirê Egîd Girkêlegê, şervanên QSD’ê Rûbar Hesekê û Seyfulah Ehmet ku di êrîşa hewayî ya Dewleta Tirk a faşîst û dagirker de şehîd ketin li Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlê bûn spartin axê.

Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, PYD, Meclîsa Civaka Ermenî, TKŞ, JKŞ, Kongra Star, QSD, YPG, YPJ, MLKP û gelek partî û siyasetmedarên ji Kantona Hesekê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya Leşgerî Arzîn Hesen axifî û wiha got: “Em îro li ser navê giştî hêzên QSD’ê em girûpek hevalên xwe, şervanên xwe, fermandarê xwe em oxir dikin. Her hevalek me ji vana bi salane di tekoşîn û berxwedana me de kêlî bi kêlî di hemû çeperan de di hemû bajaran de cihê xwe girtin, bi şev û roj nobeta vî gelî girtin  û parastına vî gelî kirin. Tu hesabê wan û tu armancê wan ê şexsî dervî azadî û bidestxistina mafê vî gelî tinebû. Ev hevalên me di nava hemû jiyana xwe de ji bo ku dikaribin tekoşîna gelê me ya azadiyê bi ser bixînin hemî jiyana xwe û rojê xwe feda kirin. Temenê xwe dan ji bo vê axê. Ji ber wê em wek hevalê van hevalan, wek hêzên leşgerî em hêvîdarê van hevalan in û em soz didin ku em ê riya wan bi girêdayina wan bi eşqa wan em ê vê şoreşê bighînin serkeftinê. di serî de gerek em vê bizanin bedelên pir mezin li ser vê axê hatin dayin û em lê ne poşman in. Me gelê xwe ji koçberî ji talanê ji qetliyaman parast û em ê hîna jî riya wan berdewam bikin. Em dev ji Xweseriya demokratîk bernadin.”

Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talat Yûnis axifî û wiha got:” Em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin bi rêzdarî bejna xwe li ber ked û fedakariya wan ditewînin. Êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên yên ku bi deste faşîzma Tirk û çeteyên wê berdewam in. Dewleta Tirk xwest ku bi deste çeteyên DAÎŞ’ê gelên me qir bike, şoreşa me bin bixe. Lê piştî ku ev bi ser neket êdî ew bixwe dest bi êrîşan kiriye. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixaze aramiya herêmê xira bike. Lê em ê weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtî, têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezin bikin û em ê biserkevin.”

Dayika Şehîd Rênas Roj ku ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevlî merasîmê bibe derketibû rê li Başurê Kurdistanê ji hêla KDP’ê ya hevkarê Dewleta Tirk a mêtînger ve hat sekinandin û rê nedan ku derbasî Rojava bibe. Ji ber vê yeke Dayika Şehîd Rênas bi telefonê gelên ku tevlî merasîmê bûne silav kir û got “Ez şehîdê xwe emanetî we dikim, li dewsa min wî himbêz bikin. Erê ew zarokê min e lê ew şehîdê çar perçeyê Kurdistanê ye.”

Piştî axaftinan gel bi dirûşmên “Şehîd Namirin” şehîdê xwe spartin axê.