Endamên CKŞ’ê soza têkoşînê dan şehîdan

Endamên CKŞ’ê bi boneya Meha Mijdarê Meha Şehîdan li Qamişlo hatin gel hev û li pakrewangehê bîranîn li dar xistin. Ciwanan soza bi mezinkirina şoreşê meşandina têkoşîna şehîdan dan.

QAMIŞLO- Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger ku ji bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên wek Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Qamişlo hatine di çarçoveya çalakiyên Meha Şehîdan de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan bîranîn li dar xistin.

Ciwanên ku li pêşiya pakrewangehê kom bûn lafîteya ku li ser wêneyên şehîdan heye û alên CKŞ’ê hildan. Ciwan bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Xwîna Şehîdan Li Erdê Namîne” heta gel gora şervana komûnîst Sevda Çagdaş a ku di Hemleya Rizgarkirina Minbicê de şehîd ketibû meşiyan.

Dîlan Baran a ku li ser navê CKŞ’ê axivî bal kişand ser girîngiya Meha Şehîdan. Baran anî ziman ku wê ala ji Erdal Balci yê ku di 4’ê Mijdara 1994’an de şehît ketibû girtine hîn bêhtir hildin jor û wiha got “ Ew ji bo xaka me û azadiya me şehîd ketin.  Pêwîst e em jî îro di riya wan re bimeşin. Pêwîst e ciwanên me riya wan bişopînin. Em weke ciwanên CKŞ’ê careke din soz didin şehîdên xwe, em ê riya Şehîd Raperîn bişopînin.”

Endama CKŞ’ê Zîlan Destan jî di axaftina xwe de jiyana Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) vegot. Destan da xuyakirin ku wê têkoşîna şehîdan bi mezinkirina şoreşê û bi li hember êrîşan parastina şoreşê bidomînin.

Di bîranîne de helbestên Kurdî û Erebî hatin xwendin. Endamên CKŞ’ê piştî bîranînê gorên şehîdên Berxwedan Serê Kaniyê ziyaret kirin. Li ser gora şervanê komûnîst Kerem Pehlîvan jî bîranînek hat çêkirin.