Em ê Weke Jin Ji Dagirkeran Tola Jinan Hilînin

JKŞ’ê çalakiya ku her 18’ê mehê li hember dagirkerî û tundiya li ser jinê li dar dixe vê mehê ji bo salvegera dagirkirina Efrînê li dar xist. Li Hesekê, Kobanê û Qamişlo daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.

Em ê Weke Jin Ji Dagirkeran Tola Jinan Hilînin

Di serî de li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî û li hemû cihên ku hatine dagirkirin li hemberî jinan êrîşên hovane didomin. Roj tune ku em nûçeyeke nû ya revandin, qetilkirin, tacîz û tecawiza jinan nebihîsin.

Efrîn ji cihekî şoreşa jinê, pergala jinê lê herî zêde dihate jiyankirin bû. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2018’an ku Efrîn dagir kirîn û heta niha ji bo pergala me ji holê bê rakirin, destkeftiyên jinan ji holê bên rakirin, jin bên kolekirin û zilamperestî bi awayê herî hov ji nû ve bê avakirin van êrîşên xwe didomînin. Dewletên emperyalî jî di serî de Emerîka û Rûsya di van êrîşan de piştgiriya dewleta Tirk dikin.

Li Efrînê ji 400 jinên ku hatine revandin agahî nayê bi dest xistin, bi sedan jin di zindanan de di bin şkenceyan de ne, bi sedan jin ji hêla çeteyan ve li ser navê zewcê hatin revandin, ew kirin kole, bi sedan jin rastî êrîşa destdirêjiyê man. Dixwazin bikin ku jin bi van êrîşên berfireh bê vîn bibin, bibin kole û ji bo azadiya xwe nema karibin rabin ser piyan. Dîsa tiştên ku li Serê Kaniyê û Girê Spî tên kirin jî bê vên hiştina jinan û kolekirina zayendî ye. Ev pêkanînên hovane li hemberî çavên hemû mirovahiyê tên jiyîn.

Dîsa Serê Kaniyê cihê aramî, xweşî û rêhevaltiya gelan bû. Me weke gelê Kurd, Ereb, Suryan, Êzîdî, Çeçen û Tirkmen bi hev re jiyan dikir. Welatê xwe bi hev re bi rê ve dibir, bi hev re jî diparast. Serê Kaniyê mînakeke biçûk a şoreşê bû. Serê Kaniyê mînaka xwişk û biratiya gelan bû. Îroj welatê me taritî, hovitî û zilm dagir kiriye. Êrîşî dîroka me, xwezaya me, nirxên me dike. Em dizanin ku ev hêrsa wan ji hevgirtina me ya xurt tê.

Tiştên ku li xwîşkên me yên Êzidî hatin kirin di bîra me de ne, di dilê me de ne, di sonda tolhildana me de ne, me ji bîr ne kir, em ê ji bîr nekin. Li tu deverên ku hatine dagirkirin tiştê ku li jinan hatin kirin em ê ji bîr ne kin.

Dewleta Tirk îroj jî êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa didomîne. Êdî em dizanin ku dagirkirinên nû tên wateya êrîşên nû yên li ser jinan. Di serî de ji bo Eyn Îsa, em ê rê nedin dagirkirinên nû. Em ê berxwedana jinê mezin bikin.

Em ê weke jinên ji hemû gelên Serê Kaniyê di xeta Sarya Ozgûr, Arîn Mîrkan, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û hemû şehîdên xwe de, bi hêza ku em ji tecrube yên xwe û hemû jinên cîhanê digirin xakên xwe yên hatine dagirkirin rizgar bikin. Li hemberî dagirkeriyê di serî de em weke jin, em ê bi hemû gelên xwe re şer bikin. Di serî de em ê hesabê jinên Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî û hemû jinên rastî êrîşan hatine bipirsin. Em ê êrîşên li dijî şoreşa me ya jinê bisekinînin. Em ê têkoşîna jinan a yekbûyî ya ku ji bo cîhaneke bê tundî, azad û wekhev mezin bikin. Em ê şoreşa xwe ya jinê bigihînin serkeftinê.