TKŞ: Bimre Nîjadperestî, Berxwedan Jiyan e

QAMIŞLO- Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ), Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) û Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) êrîşên nîjadî yên ku li DYA û Tirkiyê pêk hatin şermezar kir, berxwedan silav kir.

Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonal a li Qamişlo daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de diwîzên “Em Kurd in, Reşik in, Mirov in”, “Berxwedan Jiyan e”, “Bimre Nîjadperestî” û al hatin rakirin.

Daxuyanî bî zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin. Elîşêr Qasim daxuyaniya bi Kurdî xwend û anî ziman ku dewletên kapîtalîst û emperyalî ji bo hîn bêhtir fêde bikin şer derdixin, komkujiyan pêk tînin. Qasim wiha domand “Dîroka dewletên mêtînger dîroka jenosîd û nîjadperestiyê ye. Kurd, Ermenî, Suryanî û Rûm di komkujiyan re derbas kirin. Xakên me kirin mêtîngeh, edalet û wekhevî ji holê rakirin, netewên serdest mezintir kirin û li hember netewên din bîrdoziyên nîjadî pêş xistin. Gel kirin dijminên hev.”

Qasim bi bîr anî ku li bajarê Mîneapolîs ê Emerîkayê reşikekî bi navê George Floyd ji hêla polîsekî nîjadperest ve hat kuştin. Qasim wiha axivî “Emerîkaya ku qaşo ‘Welatê Azadiyan e’ derguşa netewperestiyê ye. Ev qetlîama li Emerîkaya emperyalîst a ku li ser xwîna gelê herêmê hatiye avakirin ne yekemîn e ne jî a dawîn e. Dewleta Emerîka pêwîst e rêgezên edaletê pêk bînê. Pêwîst e yên ku zilmê li reşikan dikin bên cezekirin. Ne tenê polîsê ku birayê me yê Floyd kuştiye hemû polîsên nîjadperest pêwîst e bên girtin û darizandin.”

‘Li Ber Xwe Bidin, Em Weke Gelên Rojava Li Cem We Nin’

Qasim anî ziman ku reşik ev çend roj in li himber pêkanînên nîjadî serî hildidin û wiha domand “Em piştgiriya vê berxwedana bi maf dikin. Ji xaka şoreşê ji Rojava em ên ku li DYA’yê li ber xwe didin silav dikin. Ji bo mafên xwe, wekhevî, edalet û azadiyê li ber xwe bidin. Her ku hûn li hemberî zilmê li ber xwe didin hêviya gelên bindest ên cîhanê jî bilind dibe. Li ber xwe bidin em weke gelên Rojava li gel we ne.”

‘Em hevalên ku dibêjin berxwedan jiyan e û li ber xwe didin silav dikin.

Qasim bi bîr anî ku li Tirkiyeyê jî pêkanînên nîjadî tên jiyan û wiha got: “Li Tirkiyeyê her roj pêkanînên nîjadî tên jiyan. Kurd, Ereb, Ermen, Çerkes û hwd bi hewaretan tên biçukxistin. Hefteya borî li Enqereyê ciwanekî bi navê Bariş Çakan ji ber ku li stranên Kurdî guhdar dikir ji hêla faşîstan ve hat kêrkirin û jiyana xwe ji dest da. Daristanên me tên şewitandin, hevserokên şaredariyan, parlemenên me yên hatine bijartin tên girtin. Em berxwedana Leyla Guven ku êrîşên girtinê yên dewleta Tirk bi dirûşma ‘berxwedan jiyan e’ bersivand silav dikin. Li çar perçeyên Kurdistanê berxwedana me ya li hember faşîstan yek e. Her ku hûn li ber xwe didin em xurtir dibin. Her ku em li ber xwe bidin jî hûn ê xurt bibin.”

‘Bi xweparastinê em bersiv bidin kuştinên nîjadî’

Qasim di dawî de got: “Pêwîst e têkoşîna bi nîjadperestiyê re bi têkoşîna li hember mêtîngerî û emperyalîzma kûrewî re bibe yek. Berxwedana li hember nîjadperestiyê mafekî rewa ye. Li her derê em xweparastina xwe xurt bikin. Em ê nîjadperestiya li cîhanê bûye bela bi şoreşê ji holê rakin û cîhanê azad bikin.”