JKŞ, Ji bo tenduristî û pêdeviyên jinan semînerek lidar xist

KOBANÊ- Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê ji bo jinan semînereke bi dirûşma “Tenduristiya Jinê û Pêdeviyên Jinan” lidarxist.

Bijîşka bi navê Nesrîn Hemo ya ku li Nexweşxaneya Jin û Zarokan dixebite tevlî semînerê bû û li ser nexweşiyên giştî yên jinan zanist bi beşdaran re parve kir.

Piştî axaftina Bijîşk Nesrîn Hemo semîner bi pirs û bersivan berdewam kir.