Cejna Êzî Pîroz Be

Cejna Êzî ku bi hezar salan e tê pîrozkirin li gelê me yê Êzidî pîroz be. Îsal gelê me yê Êzidî di bin gefa fermaneke nû û êrîşên dewleta Tirk de cejna xwe pêşwazî dike.

Dewleta Iraqê û PDK’ê ji aliyekî dixwazin destkeftiyên gelê me yê Êzidî bin pê bikin. Li aliyekî dinê jî dewleta Tirk li Serê Kaniyê û Efrînê cih û warên gelê me yê Êzidî talan û wêran dike. Dewletên ku li ser Kurdistanê siyaseta dagirker û mêtînger dimeşînin rast e rast berê xwe didin gelê me yê Êzidî.

Gelê me yê Êzidî li hember van êrîşan têkoşîna xwe didomîne. Îroj pîrozkirina Cejna Êzî li hember van êrîşan berxwedaneke mezin e. Em bi bawer in ku wê gelê me yê Êzidî cejna xwe bi Asayişa xwe, YBŞ û YJŞ’a xwe hîn xurtir pîroz bike. Em bi heviya serkeftin û aşitiyê bi xwe re bîne careke din Cejna Êzî li gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin.