Xeyalên Wan Sonda Me ya Tolhildanê Ye

Di 20’ê Tirmeha 2015’an de li Pirsûsê bi destê istixbarata Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê komkujiyeke hovana pêk hat û di vê komkujiyê de 33’ê ciwanên ku bi slogana “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” dixwastin derbasî Kobanê bibin hatin qetilkirina, bi sedan kes birîndar bûn. Em di 6’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de soza xwe parastin û avakirina şoreşê dûbara dikin. Em 33’ê rêhevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin dibêjin em ê li Rojava û her parçeyekî Kurdistanê de bibin şopdarên xewn û xeyalên wan.

Îtîfaqa AKP û MHP, şefê faşîst dîkdator Erdogan bi komkujiya Pirsûsê di dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Pêvajoya Aştiyê û Mutabaqata dolmabaxçeyê ji aliyê Erdogan ve hate redkirin. Raxmê vê Erdogan di hilbijartina 7’ê Hezîranê de binkeftineke mezin jiyan kir. Rêza komkujiyan di 5’ê Hezîranê de li Amedê di mîtînga HDP’ê de destpê kir. Lê dîsa jî bi mîlyonan gelên bindest di 7’ê Hezîranê de berê xwe dan HDP’ê binkeftineke mezin bi Erdogan dan jiyandin. Di demê de ji hemû bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo avakirina Kobaniya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatîbû rûxandin. Berxwedana Kobanê di tevahî cîhanê de bû sembola rûmeta tevahî gelên cîhanê. Desthiladariya AKP’ê û MHP’ê ligel binkeftina di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi binkeftina DAİŞ’ê di Kobanê de de binkeftineke mezin jiyan kir. Ji ber vê yekê xwestin ku bi komkujiya Pirsûsê tola binkeftina xwe rakin. Piştî du rojên komkujiya Pirsûsê bi konsepta şer a li ser gelê Kurd û qadên parastina medyayê siyaseta ku hatiye meşandin hîna zelaltir hat fêmkirin. Bi hedefgirtina sosyalist û hêzên demokratîk xwestin ku dînamîkên têkoşînê bişkînin. Lê bi mîlyonan kes xwedî li xewn û xeyalên 33’ê şehîdên xwe derketin. Bi vê komkujiyê siyaseta AKP’ê ya qirêj di hemû cîhanê de hat naskirin. Lê Erdoganê ku encama hilbijirtina 7’ê Hezîranê qebûl nekirîbû berî hilbijartina 1’ê Mijdarê vê carê di 10’ê Cotmehê de li Enqereyê dîsa bi destê çeteyan komkujî çêkir û bi sedan kes şehît ketin. Ev tevahî komkujî berdewamiya feraseta osmanî ya ku bi destê AKP-MHP tê berdewamkirin e

Lê çawa ku îro em li ser axên pîroz, axên şoreşê 9’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tirmehê pîroz dikin di 6’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de em di her devera şoreşê de bi xewn û xeyalên wan ên şoreşê hêvî û biryardariya xwe mezin dikin. Şoreşa Rojava bi xewn û xeyalên wan mezin dibe, xewn û xeyalên wan di dilê zarokên me de şîn dibe, ken û biryardariya wan vîna me xurt dike. Ew wek rêviyên xeyalan derketin rê, wek 33’ê bazên azadiyê rêya me ronî dikin. Ji 33’ê rêhavalên me re soza me dawî ew e ku xewn û xeyalên wan sonda me ya tolhildanê ye. Me çawa ku bi wê sondê dawiya DAÎŞ’ê aniye em ê bi heman sondê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê jî têk bibin. Em ê bi rihê Berxwedana Kobanê Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û hemû qadên ku di bin dagirkeriyê de jî rizgar bikin.

Şehîd Namirin

Xeyalên Wan Wê Nîvco Nemîne