Şehîdên Pirsusê Di Têkoşîna Me De Jiyan Dikin

Di 2011’an de li Rojhilata Navîn di pêşengtiya ciwanan de serhildanên gelan dest pê kir. Di vê pevajoyê de li Sûriyeyê jî serhildanên gelan dest pê kir. Lê ev serhildan di demeke kin de veguherîn şerekî navxweyî û ji armancên xwe yên hebûnê dûr ketin. Di vê pêvayê de ji hemû serhildanan cûdatir di 19’ê Tirmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê şoreşa gelê me yê Kurd hat ragihandin. Ev gava ku wê di dîrokê de navê xwe weke “Şoreşa Yekemîn a Sedsala 21’emîn” binivisîne li Kobanê bi wêrekiyeke mezin hat avêtin.

Çeteyên Dewleta Tirk ên weke El Nusra û DAÎŞ’ê bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî şoreşa me kirin. DAÎŞ’ê li Kobanê xwest ku şoreşa me bifetisîne û di destpêkê de hilweşîne. Dewleta Tirk bi vekirina sînorên xwe ji çeteyan re û bi dayina çek û îstîxbaratan alîkariya wan kir. Lê li hemberî van êrîşan komûnîst, şoreşger û dijfaşîstên cîhanê bûn lehî û herikîn Kobanê. Kobanê kirin Stalîngrada serdemê.

Ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF)  bi diruşma “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” dest bi hemleyekê kirin. Ji hemû bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê û ji hemû netewan ciwan kom bûn û ji bo ku di avakirina şoreşa me de cih bigirin hatin Pirsusê. Li Navenda Çandê ya Amarayê çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya MÎT’ê êrîşeke bombeyi pêk anîn û 33 rêhevalên me yên ciwan şehîd kirin.

Dewleta Tirk a mêtînger nexwest ku sînorên wan ên ku bi destan di nava dilê Kurdistanê re derbas kirine werin avêtin. Derbaskirina ciwanan a wan sînorên çêkirî dihat wateya perçekirina pergala mêtînger. Di heman deme de bi sedan ciwan wê deste xwe bigîhandana şoreşa demokratik û gelperêz. Jinên ciwan wê deste xwe bigîhandana Şoreşa Jinê. Ciwanên sosyalîst wê şoreşa ku di parastina wê de cih girtine êdî ava bikirana. Ev ji bo mêtîngeran xeteriyeke mezin bû. Ji ber vê yekê rêhevalên me kirin armanc û bi vê êrîşê re konsepta şerê giştî xistin dewreyê. Piştî Komkujiya Pirsusê Dewleta Tirk Bab, Azez û Cerablus dagir kir, li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê komkujî pêk anîn. Li nava Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest bi avakirina pergala faşîzma yekesî kirin.

Îro dagirkirina bajarên me weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewamiya van êrîşan in. Dewleta Tirk hîn jî dixwaze ku şoreşa me hilweşîne. Hêza ciwanên me dike armanc, bi rêbazên şerê taybet dixwaze ciwanan ji şoreşê dûr bixe. Lê em ê weke Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) di riya Şehîd Zîlan Destan de bimeşin û xeyalên Şehîdên Pirsusê pêk bînin. Xeyalê wan a avakirina şoreşê îro erka me ya sereke ye. Em ê xeyalên wan bigihînin dawî û li hemberî hemû êrîşan şoreşa xwe biparêzin. Ew ê her dem riya me ronî bikin, wê tu xeyal nîvço nemînin.

Şehîdên Pirsusê Nemir In!

Rêviyên Xeyalan Di Têkoşîna Me De Jiyan Dikin!

Bijî Şoreşa Rojava, Bijî Şoreşa Jinê!