Li Hemberî Dagirkeriyê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

Di 19’ê Tirmeha 2012’an de li Kobanê çirûska agirê Şoreşa Rojava pêket. Ev agir bi Serkeftina Kobanê ya ku me li hemberî DAÎŞ’a hovane bi dest xist hîn bêhtir geş bû û pêtên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Şoreşa me pergala BAAS a paşverû hilweşand, DAÎŞ’a ku hovane û dijminê mirovahiyê ye binxist û gelên herêmê ji zilmê xilas kir. Gelê me yê Kurd pergala mêtînger perçe kir, azadiya xwe ya netewî û mafên xwe yên demokratik bi dest xist. Gelên me şoreşeke dijmêtîngeriyê, gelparêz û demokratik ava kirin.

Şoreşa me weke Şoreşa Jinê pêş ket. Jinan bi navê zayenda xwe di şoreşê de cih girtin. Ji parastinê heta avakirinê jinan di hemû beşên jiyanê de cihên xwe girtin. Maf û destkeftiyên jinan di makezagonên şoreşa me de hatin mîsogerkirin. Ev destkeftî bi têkoşîna jinên weke Silava, Arîn, Ivana û Sîbelan hatin bidestxistin. Şoreşa Rojava ya Jinê li hemberî pergala zilamperest bû eniya herî pêşverû ya jinên cîhanê.

Şoreşa me ya Rojava di heman deme de ya hemû karker, bindest, jin û ciwanên cîhanê ye. Me bi têkoşîna bindest û karkerên cîhanê, rêhevalên xwe yên enternasyonalîst, berxwedêrên Serhildana Kobanê û 33 Şehîdên Pirsusê ev şoreş ava kir. Gelên bindest ên cîhanê mil bi mil bi me re li şoreşa me xwedî derketin. Şoreşa me berhema têkoşîn û piştgiriya wiha bêhempa ye.

Dewleta Tirk a mêtînger û dewletên paşverû yên herêmê dixwazin ku şoreşa me bifetisînin. Bi dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî xwestin ku hêviya me bişkînin, me bê vîn bihêlin û teslîm bigirin. Dewleta Tirk li ser herêmên azad bi hêz û teknîka NATO’yê êrîşên dijwar dide meşandin. Ev êrîş li ku dere bên meşandin jî em dizanin ku armanca wan dorpêçkirin û tunekirina şoreşa me ya demokratik û gelparêz e.

Dewletên emperyalî jî dizanin ku şoreşa me ji bo gelên herêmê û bindestên cîhanê çirûska şoreşên nû pêdixe. Pergala emperyalî ku îro gîhaye asta kûrewîbûnê li hemû deverên cîhanê mêtîngeriya xwe dijwar dike. Pergala mêtînger asta xwe ya dawîn jiyan dike. Ji ber vê yeke şoreşeke demokratik, gelparêz û jiyaneke li ser esasê komînan tê avakirin xeterî û gef dibînin. Bi êrîşên dijî şoreşê yên ku bi deste Dewleta Tirk û Dewleta Sûriyê dimeşînin û bi êrîşên bîrdozî dixwazin ku şoreşa me teslîm bigirin.

Ev şoreş me bi hezaran şehîd û bi deh hezaran birîndar û gaziyên xwe bi dest xist. Şoreşa me êdî ya hemû gelan e. Hemû gelên ku di dema Rejîma BAAS de bindest bûn îro bi hev re jiyaneke azad ava dikin. Şoreşa me êdî rehên xwe berdaye axê, cihê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de girtiye. Em bi xurtkirina berxwedana xwe ya li hemberî dagirkeriyê derbasî sala xwe ya 9’emîn dibin. Bi vê boneye em şehîdên şoreş û azadiyê bi bîr tînin û soz didin wan ku em ê li hemberî dagirkeriyê şoreşa xwe biparêzin. Em bang li hemû karker, jin, ciwan û bindestên cîhanê dikin, “Şoreşa Rojava şoreşa we ye, werin mil bi mil em lê xwedî derkevin.”

Bijî Şoreşa Rojava,

Bijî Şoreşa Jinê.