Em ê Ji Saryayan Heta Zîlanan Şoreşa Jinê Mezin Bikin

Şoreşa Rojava ji vê berî 9 sal di nav têkoşîna li dijî DAÎŞ   ‘ê destpê kir. Bi hezaran jinên ku li dijî DAÎŞ’ê sîlah rakirin di aliyekî de li dijî feraseta Baviksalarî ya ku careke din di rastiya DAÎŞ’ê de derketiye holê şer kirin, di aliyê din de jî bi şerê parastina axên xwe têkoşîneke dument meşandin.

Bi hezaran jinên ku di nav refên YPG’ê de tevlî şer û berxwadanê bûn, bi rêxistinkirina artêşa jinê YPJ’ê di rûpela dîroka gelên cîhanê yên bindest de gaveke yekemîn nivîsandin. Ji parastina şoreşê heta avakirina şoreşê jinên ku bûn Arîn, Sarya, Hevrîn, Zehra, Zîlan li dijî feraseta baviksalarî destana berxwedana jinê nivîsandin. Ji ber vê yekê her tim jin hatin hedef girtin. Bi êrîşên li dijî Barîn Kobanê, Heta Hevrîn Xelef, Ji dayika Eqîde heta Zehra, Hebûn, Seda û Hind an xwestin ku di aliyekî de îrade û nasnameya jinê tune bikin û di heman demê de di aliyekî de jî vîna me ya şer bişkînin.

Ji bo vê şoreşê bi hezaran jinan xwîna xwe rijandina. Bi hezaran jinan ji bo serkeftina şoreşê şev û roj xebitîn, di komûn û meclîsan de rêxistinbûn, di hemû qad û saziyên şoreşê de cihê xwe girtin. Di şert û mercên herî zahmet de raxmî derfetên herî kêm şoreş parastin. Serkeftina şoreşa Rojava ya ku bi destpêkê de bi hêvî, ked û îradeya jinê gihaştiyê vê rojê dikeve sala xwe ya 9’emîn. Em wek jin wek duh îro jî bi ked û bedêlên ku me daye em şoreşa xwe mezin dikin. Di bin dorpêça dewletên emperyalî û li dijî mêtîngerî û dagirkeriya Tirkiye em li ber xwe didin. Êrîşên li dijî şoreşê herî zêde destkeftinên jinê hedef digirin. Şoreşa Rojava ya jinê ya ku di bin tevahî êrîşan de hebûna xwe didomîne ji bo tevahî jinên cîhanê minak e. Em wek jinên ku di nav şoreşa Rojava de ne di ev roja pîroz de bangawaziya yekbûn û xwedî derketina vê şoreşê ji hemû jinan re dikin.

Şoreşa me ya ku sembola hêvî û vînê ye wê hîna gelek rê bimeşe. Em wek Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê dubara dikin. Ji şehîda me ya jin a yekemîn rêheval Sarya Ozgûr a ku di berxwedana Kobanê de bûye nemir heta şehîda me ya jin a dawî li Rojava rêheval Zîlan Destan em soza xwe dubara dikin. Rastiya Şoreşa jinê ya ku bi hezaran şehîdên me bi bedêla xwîna xwe afirandine hêza me ya hîna zêdetir û şer e.

Em careke din di salvegera 9’emîn a şoreşê de salvegera şoreşê destpêkê de li jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî û hemû jinên bindest pîroz dikin.

Bijî Şoreşa Jinê, Bijî Şoreşa Rojava