Gerîla Rûmet e, Em ê Rûmeta Xwe Biparêzin!

Gerîla Rûmet e, Em ê Rûmeta Xwe Biparêzin!

Dewleta Tirk a faşist û dagirker bi hemû hêz û teknîka xwe li Garê dest bi êrîşan kir. Ev êrîş di konsepta dagirkirina Kurdistanê de asteke nû ye. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan tunekirina hêzên şoreşger û azadîxwaz ên Kurdistan û Rojhilata Navîn armanc dike.

Bê guman Dewleta dagirker a Tirk bi piştgiriya hêzên emperyalî û paşverû yên herêmê dest bi van êrîşan kir. Peymana Dewleta Iraqê û KDP’ê ya radestkirina Şengalê, ziyaretên şefe dagirkeriya Tirk Hulusî Akar, li Îranê êrîşên binçavkirina Kurdan, gefên Dewleta Tirk ên li ser Dêrikê û Şengalê, di êrîşan de bikaranîna teknîk û îstîxbarata NATO’yê konsepteke nû ya tunekirina têkoşîna azadiyê nişan dide. Dewleta Tirk bi vê êrîşê dixwazê ku Şoreşa me ya Rojava û Şengalê dorpêç bike û gerîla ji herêmên gel qut bike. Ev êrîş berdewamiya dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê ne.

Hêzên gêrîla ji roja ku ava bûne ji bo azadiya her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn dikin. Li her deverê Kurdistanê têkoşîna ku tê meşandin, fîşeka ku di sînga dijminde tê teqandin ji bo azadiya her çar perçeyên Kurdistanê ye. Her deverên Kurdistanê  ji vê kêliyê û pê de Garê ye. Pêwîst e gelên me di vê erefeya 15’ê Sibatê de van êrîşan veguherînin hemleyeke tunekirina faşîzma Erdoxanê xwînmij.

Gerîla rûmeta hemû gelan in. Ev êrîş li ser her çar perçeyên Kurdistanê û li ser hemû gelan in. Em ê rê nedin dewleta faşist a dagirker û em ê herêmên xwe yên rizgarkirî biparêzin. Em weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger bang li gelen xwe dikin ku li her deverê rabin ser piyan,  xwedî li berxwedana gerîla derkevin û berxwedanê li her deverê mezin û geş bikin.

Bijî Berxwedana Gerîla

Her Der Garê Her Der Berxwedan e