Komkujiya Enfalê Ji Bîr Neke

Rejîma BAAS a Iraqê di navbera salên 1986 û 1989’an de bi navê Enfalê li Başurê Kurdistanê dest bi êrîşên qirkirinê kir. Di van êrîşan de li ser gelê Kurd bombe hatin barandin, qetlîamên girseyî hatin pêkanîn, cih û warên Kurdan hatin hilweşandin, gel hat koçberkirin û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di 16’ê Adara 1988’an de li Helepçe çekên kîmyevî hatin bikaranîn û li hemberî gelê Kurd komkujiya mezintirîn hat pêkanîn. Di vê komkujiyê de 200 hezar mirovên sivîl hatin qetilkirin, zêdetirî milyonek mirov koçber bûn, 4 hezar û 500 gund hatin xerakirin û şewitandin.

Bi komkujiya Enfalê hat xwestin ku dîrok, çand û hebûna Kurdan bê tunekirin. Îro jî yên ku di riya Sadam re dimeşin bi komkujiyên ku li ser Kurdan pêk tînin, bi êrîşên dagirkirinê dixwazin ku gelê Kurd tune bikin. Ji aliyekî li ser Rojava, ji aliyê din jî li ser Şengalê û Heremên Parastina Medya êrîşên Enfaleke nû dimeşînin.

Gelê Kurd piştî komkujiya Enfal û Helepçeyê ji xweliyên xwe xwe ji nû ve afirand. Li Rojava çeteyên ku hişmendiya Sadam dimeşandin hatin bibinxistin û Şoreşa Rojava ya ku di Rojhilata Navîn de ronahî ye hat avakirin. Dê gelê mê ji êrîşên dagirkirin û qirkirinê dîsa bi serkeftinê derkeve û dîsa hişmendiya qirker tune bike.

Em bi boneya 14’ê Nîsanê Roja Bîranîna Qurbaniyên Enfalê yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û kujeran lanet dikin. Ji bo ku Enfaleke nû neye jiyankirin em banga yekitî û mezinkirina parastinê li gelên xwe dikin.