Bi Rihê Berxwedana Kobanê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

Di 2010’an de li Rojhilata Navîn li hember dîktatorên faşîst serhildanên gelê Ereb dest pê kiribû. Ew agir di 2011’an de li xaka Sûriyeyê li hember Rejîma BAAS hat pêxistin. Gelê Kurd jî êdî siyaseta tunekirinê nema qebûl kir û rêka xwe ya azadiyê xêz kir. Êdî li Rojava agirê şoreşa gelê Kurd û Şoreşa Jinê dibiriqand.
Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo vî agirî vemrînin bi hemû hêza xwe êrîşî Şoreşa Rojava kirin. Wek ku tê zanîn DAIŞ bi piştgiriya Erdoganê faşîst berê xwe dabû Kobanê û dixwest şoreşa azadiya gelê Kurd bifetisîne. Ev xwesteka xwe jî li qadên mîtînga bi kêf û coş bang dikir.
Lê Kobanê bû Stalîngrada serdemê û kolan bi kolan, mal bi mal li ber xwe da. Her deverê Kobanê bû keleheke berxwedanê. Şervanên weke Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Paramaz Kızılbaş û komûnîstên Kurdistanê bi awayekî canbexşane li ber xwe dan û xwe feda kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê jî li hember van êrîşan rabûn ser piyan û berxwedana Kobanê sînorên Rojava derbas kir. Ji her deverên cîhanê şervanên înternasyonalîst berê xwe dan Kobanê û tevlî berxwedanê bûn.
Di Kobanê de berxwedana gel bi ser ket û êdî pêvajoya binketina DAIŞ û hevalbendên wê dest pê kir. Ew pêvajo heta ku di Reqa û Dêyr a Zorê de alên azadiyê hatin çikandin berdewam kir. Dewleta Tirk a faşîst ku bi çeteyên xwe bi ser neket êdî bi xwe êrîşî Şoreşa Rojava kir. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî berdewama van êrîşan in. Dewleta Tirk dixwaze ku li ku Kurdek destkeftinan bi dest bixe êrîşî wir bike. Bi hemû hêza xwe dijminahiya Kurdan dimeşîne.
Lê tiştekî ji bîr dike. Gelê Kurd îroj bi gelên Rojhilata Navîn re bûye yek. Pergala xwe ava kiriye û êdî gel xwe diparêze. Gelên me bi hêza ji berxwedana Kobanê girtiye wê li hember van êrîşan şoreşa xwe heta dawî biparêze.
Hemû gel û jinên azadîxwaz pêwîst e di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de ji bo parastina azadî, rûmet û şoreşê derkevin qadan. Şoreşa yekemîn a sedsala 21. ji bo azadiya hemû gelan deriyekî grîng e. Em bi rihê berxwedana Kobanê şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin.
Bijî Berxwedana Kobanê
Bijî Şoreşa Rojava