Li Hemberî Êrîşan Em Berxwedanê Mezintir Bikin

Dewleta Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de cara duyem e êrîşî sivîlan dike.  Duh li Kobanê bi balafirên bêmirov êrîşî wesayetekê kirin û 3 welatiyên me şehîd xistin.

Di van rojên dawîn de sewqiyat û êrîşên Dewleta Tirk li herêmê zêde dibe. Dewleta Tirk dixwaze herêmên nû dagir bike û şoreşa me hilweşîne. Ji bo vê yekê bi hedefgirtina sivîlan û xebatkarên Rêveberiya Xweser dixwaze berxwedaname bê pêşeng bihêle. Dewleta Tirk baş dizane ku dê gelên herêmê li hemberî her cûre êrîşan heta dawiyê li ber xwe bidin.

Em van êrîşên ku sivîlan dikin hedef, dixwazin aramiya herêmê xira bikin û di nava gel de tirsê belav bikin, berxwedana me bê pêşeng bihêlin şermezar û lanet dikin. Em careke din bang dikin ku tu êrîş wê nikaribin berxwedana me bişkînin.  Em bang li gelên xwe dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û li her deverê Dewleta Tirk a mêtînger şermezar bikin.