Şoreşa Rojava ya ku şoreşa yekemîn a sedsala 21’emîn e di serî de têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bi şêmûgeke nû ve anî cem hev. Şoreşa Rojava ya ku li dijî desthiladariya BAAS a paşverû destpê kir û piştî vê bû navenda lêgerîna gelên Sûrî ya azadî û edaletê serhildanên gelê Ereb bi şoreşê tacîdar kir û rê nîşanî têkoşîna gelên cîhanê da. Şoreşa Rojava li dijî hêzên emperyalî û mêtîngeh bû nûnera parastina azadî, rûmet û piştgiriya civakî. Di heman demê de bû nûnera îtîfaqa gelên herêmê û vîna jinê. Ji Roja ku şoreşa Rojava destpêkirî heta îro piştgiriya enternasyonal bû taybetmendiyeke karekterîstîk a şoreşê.
Şerê Kobanê ya ku yek ji zivronekeke şoreşa Rojava ya girînk bû, bû mînaka ku rihê fidayî tê de bilind bû dîsa bûye mînaka herî zindî ya piştgiriya şoreşgertî. Kobanê ya ku rihê têkoşîna gelên cîhanê ya ku îro jiyan dike ye têkoşînên azadiyê anî cem hev û li dijî dikdatoriya faşîst a Tirk ku çeteyên DAÎŞ’ê xwedî dike û parastina wê dike da şer kirin. Sosyalîst, şoreşger û antîfaşîstên ku sînorên desthiladaran hilwşandin di şerê Kobanê de cihê xwe girtin. Ji bo pijiqandina êrîşên li ser Kobanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nobetên girseyî yên sînoran girtin, li bajaran rabûn serhildanan. Ev berxwedan û piştgiriya gelan bi şerê şervanên ku li Kobanê şer dikirin û şehîd ketin ve bû yek û serkeftin bi dest xist.
Komûnîstên ku di encama serkeftîbûna Kobanê de kedên xwe yên mezin hene û di vê rêyê de şehîd jî dan vê carê ji bo ku bi gelê Kobanê ve were cem hev li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêşengtiya pêngavekê kirin. Federesyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi pêngava bi navê “Me bi hev re Parast em ê bi hev re ava bikin” piştî şer ji bo avakirina Kobaniya ku bi erdê re bû ye yek ketin tevgerê. Xêza yekbûyî ya têkoşîna gelên bindest bi vê pêngavê xurt kirin. Di nav gelan de fikra avakirina Kobanê belav kirin. Mirovên ku li dijî şoreşa Rojava û gelê Kobanê ku bajarên xwe bi giştî xirap bûye xwe xwedî berpirsiyartî dibînin li derdora vê pêngavê komkirin û kirin yek.
Ciwanên Kurd, Ereb, Tirk, Laz, Hemşîn, Çerkes û Elewî ku cûdatiyên netewî ji holê rakirin ji bo ku derbasî Kobanê bibin li Navenda Çanda Hunera Amara ya li bajarokê Pirsûsê yê girêdayî bajarê Rihayê kombûn. Dikdatoriya AKP’ê ya ku xwest pira têkoşîna yekbûyî hilweşîne hewl da ku ciwanên sosyalîst bi komkujiyê bide sekinandin. Di encama çalakiya bombeya zindî ya çeteyekî DAÎŞ’ê de 33’ê sosyalîst hatin qetil kirin.
Dikdatoriya faşîst ya Tirk ku hewldana qutkirina girêdana navbera şoreşa Rojava, Bakurê Kurdistan û Tirkiyê da careke din li dijî têkoşînên azadî û rûmetê rûyê xwe yê qirêj bi qetilkirina ciwanan nîşan da. Çawa ku serkeftina Kobanê bû xewna herî bi tirs ya dewleta Tirk a kujer têkoşîna edaletê ku piştî komkijiya Pirsûsê destpêkirî jî neçariya desthiladaran zexm kir. Îro hîna berpirsiyarên komkujiya Pirsûsê ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve tên parastin. Li dijî ev feraseta ku biryara vê komkujiyê dan û pêkanîn têkoşîna edaletê bi biryardarî didome.
Em wek Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) dizanin erdnigariya me qasî ku erdnigariya komkujiyan e ew qas jî erdnigariyeke berxwedan û û têkoşînan e. Em bi vê zanebûnê ji bo pirskirina hesabê Pirsûsê gelê xwe û hêza xwe tevlî têkoşîna yekbûyî bikin. Divê temamkirina xeyalên şehîdên Pirsûsê ku ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi berpirsiyartiyeke polîtîk a dîrokî ber bi Kobanê ve meşiyan destpêkê de bibe soza rûmetê ya ciwan û tevahî gelên me.
Şêhîdên Pirsûsê Nemir in!
Xeyalên wan wê qet nîvco Nemînê!
TEVGERA KOMÛNÎST A ŞOREŞGER (TKŞ)