Em Di Sala Nû De Berxwedanê Geş Bikin

Sala 2020’an ku hemû gelên cîhanê di bin gefa şewba Korona de ya ku encameke pergala resmaliyetê ye derbas kirin, em di bin gefên dagirkeriya Dewleta Tirk de xilas dikin. Ev sal ji bo gelên me bû sala hevgirtin û berxwedana li hember hemû êrîşên tasfiyekirinê.

Dewleta Tirk a dagirker bi xeyala binxistina Şoreşa Rojava ya ku meşaleya Rojhilata Navîn e bênavber êrîşên xwe domand. Dewleta Tirk a ku bi çeteyên xwe nema dikarîbû pêşde biçûya hewl da ku şoreşê bi rêbazên şerê taybet ji hundir de hilweşîne. Hêzên emperyalî û dewletên paşverû yên herêmê bi van êrîşan hêvî kirin ku şoreşa me teslîmiyetê bipejirîne. Dîsa şewba Korona ku pergala resmaliyetê li serê mirovahiyê kiriye bela li ser tenduristiya civaka me bû gefeke cidî. Gelên me û artêşa gelên me ji bo ku şoreşê biparêzin bi awayekî şidandî hevdû girtin û ev êrîş vala derxistin. Sala 2020`an ji bo gelên me bû sala berxwedana li hember êrîşên dewleta Tirk û piştgirên wan.

Em temenî dikin ku sala 2021`an aramî û serkeftinê ji gelên me re bîne. Em sala nû di serî de li malbatên şehîdan, rêhevalên me yên gazî û hemû gelên xwe pîroz dikin. Em bang li gelên xwe dikin ku em di sala nû de berxwedanê geş bikin, şoreşa xwe biparêzin, dagirkeran derbikin.