Pêşenga Komûnîst a Şoreşê Zîlan Destan Nemir e!

Rêhevala me Zîlan Destan (Elende El Muhamed) di 13’ê Hezîranê de dema ku bi karen xwe yên şoreşgerî ve mijûl dibû şehîd ket û tevlî nava karvanê nemiran bû. Rêheval Zîlan weke jineke Kurd a ciwan êşa bindestiya welatê xwe di her kêliyê de, di her lêketina dile xwe de ji kûr ve dihisiya. Dema çeteyên hov ên dijminê mirovahiy ê êrîşî Kobanê kirin, neçar ma ku bi malbata xwe re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Derbaskirina wê ya xetên mêtînger ne tenê şiklî bû. Rêheval Zîlan dema ku ew sînorên li ser welatê xwe hatine dayin derbas kir astengiyên ku mêtîngeran di aqilê wê de çandibûn jî derbas kir û eşqa welatekî azad di dile wê de hîn bêhtir kokên xwe girtin.

Xwesteka wê ya azadkirina welatê xwe roj bi roj ew ber bi lêgerînekê ve dikişand. Rêheval Zîlan dema şehîdketina jina komûnîst Destan Temûz bihîst, êdî biryar dabû bê jiyaneke çawa dixwaze. Bi wêrekiyeke xurt û vîneke ji polad mîna Çûka Sîmurg ji bo azadiya welatê xwe bîrdozî û ramanên Komûnîst pejirand û li ku derê pêdiviya gelê wê pê hebe li wir bi cih bû. Rêheval Zîlan dizanîbû ku azadiya bindestan bi pergaleke resmalî ne pêkan e û ji bo vê pêwîst e ramanên Komûnîst li her deverê bên belavkirin û danasîn. Ji bo erka xwe ya dîrokî bi cih bîne li hemû Herêma Cizîrê gav bi gav geriya. Derî bi derî, mal bi mal, gund bi gund ramanên Komûnîst şîrove kir û bû yek ji damezrênerê pêşeng ê tevgera me.

Rêheval Zîlan weke jineke ciwan bindestiya zayendî bi awayê herî giran jiyan kiribû. Berî Şoreşa Rojava ya Jinê pêk were serdestiya zilamperest nehiştibû ku bêhneke rehet karibe bistîne. Hişmendiya ku zilam pîroz dikir û her tişt milkê wan didît di jiyana Rêheval Zîlan de nakokiyeke pir kûr ava kiribû. Bi Şoreşa Rojava ya Jinê re êdî Rêheval Zîlan biryar dabû ku dest bi meşa xwebûnê bike û Elende hilweşîne û li dewsa wê Zîlana azad ava bike. Rêheval Zîlan zanîbû ku azadiya civakî ger ku azadiya jinê neyê mîsogerkirin ne pêkan e. Ji ber vê yekê di nav refên Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) de bi hemû hêz û qabiliyeta xwe, bi şev û roj xebat meşand û bû yek ji damezrênerê wê. Astengiyên ku derketin pêşiya xwe kir sedema hilweşandina kevneşopiyan û gav bi gav mînaka jina azad ava kir. Ji bo azadkirina hemû jinan, avakirina çivakeke bêçîn, bêzayend û bêdesthilatdarî bi armanca avakirina civakeke sosyalist heta cihê ku bêhna wê têrê kir meşiya. Bi vê meşê ji hemû jinan û jinên ciwan re riya tekane ya rizgariyê nişan da.

Rêheval Zîlan weke ciwan bi hêz, ked û bextiyariya xwe di nav ciwanan de bû stêrkeke ku di şeva tarî de rê nişan dide. Li hemberî tarîtî û hovitiya pergala resmalî, li hemberî rêbazên şerê taybet di nav ciwanan de xebata ronîkirinê meşand û dixwest ku hemû ciwanan li dora ramanên Komûnîst kom bike. Bi taybet jî êşa jinên ciwan agir bi dile wê dixist û dikir ku bênavber di nav ciwanan de têkoşînê bimeşîne. Roj hat rext û çekê xwe hilda û li hemberî êrîşên dagirkeran di eniyên herî pêş de cih girt. Roj jî hatin rahişt pênûs û pirtûka xwe di akademiyan de, di malan de, di kargehan de bû mamosteya ciwanan. Rêheval Zîlan hêza ciwanan baş dizanîbû û ji ber vê tu carî nediwestiya. Carinan bi piyan carinan jî bi duçarxeya ku ji hevalên xwe emanet girtibû kolan bi kolan li bajarê ku lê dixebite digeriya û erken xwe bi cih dianî. Li cihên ku xebat dimeşand êdî navê Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) û navê Rêheval Zîlan bibû yek. Rêheval Zîlan di avakirina ciwanên komûnîst de bû pêşengek û her dem wê riya ciwanan ronî bike.

Rêheval Zîlan ji bo xelasiya karker, jin û ciwanan bi hemû keda xwe heta kêliya dawî xebat meşand, ked da. Rêheval Zîlan ji banga şehîdan re bi jiyana xwe bersiveke pir girîng da. Nîşaneya mirova azad ava kir û hemû sînorên mêtîngeran perçe kir. Li enternasyonalîzma karkeran heta dawîyê xwedî derket û ji banga Şehîdên Pirsusê re bersiva herî delal da. Ji bo avakirina TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê her kêliya jiyana xwe bi xebat û têkoşînê birêxistin kir. Tu carî nehişt ku hêviya xwe bişke. Baş dizanîbû ku pêşeroja şoreşa Rojava bi bîrdariyeke komûnîst wê bigihêje serkeftinê.

Em wek Komûnîstên Şoreşger soz didin Rêhevala xwe Zîlan, wê tu hêz nikaribe têkoşîna me ya li hemberî mêtîngerî, dagirkerî û zilamperestiyê bisekinîne. Em ê ala ku te ji me re hiştiye li asîmanan bipêlpêlînin. Tu yê her dem di têkoşîna me de bijî û riya rizgariyê nîşanî me bidî.

Pêşenga Ciwan a Komûnîst Zîlan Destan Nemir E

Pêşenga Komûnîst a Şoreşê Zîlan Destan Nemir E

Rêheval Zîlan Riya Me Ronî Dike

TKŞ-JKŞ-CKŞ