Cejna Noelê Pîroz Be

Gelên me yên Xirîstiyan ev du hezar sal in Cejna Noelê pîroz dikin. Ev cejn weke roja nû, roja jidayikbûna Hezretî Îsa tê pejirandin û weke cejneke mezin tê pîrozkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelên me yên Xirîstiyan ol û baweriya xwe bi awayekî azad jiyan dikin. Dewletên paşverû yên herêmê û dewletên emperyalî ji yekîtiya baweriyan aciz in û ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li ser şoreşa me kurtir dikin. Daxuyaniyên Beşar Esed ên ku gelên Suryan tune dihesibînin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hin ji van in.
Şoreşa me berevajî dîroka hev du qirkirina baweriyan dîroka aştî û yekitiya baweriyan e. Gelên me wê vê destkeftiyê li hemberî hemû êrîşan biparêzin. Em, bi hêviya yekîtî û aştiya li herêmê xurtir bike Cejna Noelê di serî de li gelên me yên Xirîstiyan û li hemû gelên herêmê pîroz dikin.