Bi Rihê Newrozê Em ê Dagikreriyê Têk Bibin

Newroz ji hêla gele me yê Kurd ve bi hezar salan e li vê xakê tê pîrozkirin. Newroz roja vejînê, roja raperînê ye. Em Newrozeke din li ser xakên ku şoreşa me rizgar kiriye pêşwazî dikin. Weke ku di dîroka me de Kawayê Hesinkar li hember Dehaq serî rakir û gele xwe ji zaliman rizgar kir, gazî û şehîdên me yên canfeda jî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ev xeta serhildêr û berxwedêr  gîhandin asta serkeftinê. Ew Kawayê Nûjen ên welatê me ne.

Îro Dewleta Tirk a faşist û mêtînger weke Dehaqê zalim li hemberî gelên me êrîşên xwe yên hovane didomîne. Li Efrînê êrîşa wan a tîmsalê Kawayê Hesinkar helbet ne bê sedem bû. Li Serê Kaniyê û Girê Spî Dewleta Tirk a mêtînger dixwaze ku hemû heyinên gelan tune bike. Li Başurê Kurdistanê dewleta mêtînger dixwaze herêmên rizgarkirî dagir bike û têkoşîna azadiya gele Kurd tengav bike. Dîsa li ser Şengalê gefên xwe yên êrîşa dagirkirinê didomîne. Li Girava Îmraliyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin li ser hemû gelan tê pêkanîn.

Em Newroza 2021’an ji bo rizgarkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji dagirkeriya Dehaqên zalim, ji bo parastina welatê xwe li himberî gefên dagirkeriya Dewleta Tirk a faşist veguherînin roja mezinkirina berxwedan, têkoşîn û yekîtiya gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Bi rihê Newrozê em berxwedanê geş bikin û dewleta mêtînger ji xakên xwe derxînin. Bila Newroz ji bo serkeftina gelan bibe roja destpêkeke nû. Em Newroza 2021’an bi germahiya agirê Kawayê Hesinkar li tevahî gelên me yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin. Newroz Pîroz Be!