Em ê Bi Hev Re Berxwe Bidin Em Bi Hev Re Ser bikevin

Di 2010’an de li Rojhilata Navîn li hember dîktatorên faşîst serhildanên gelê Ereb dest pê kiribû. Ew agir di 2011’an de li xaka Sûriyeyê li hember Esad hat pêxistin. Gelê Kurd jî êdî siyaseta tunekirinê nema qebûl kir û rêka xwe ya azadiyê xêz kir. Êdî li Rojava agirê şoreşa gelê Kurd û Şoreşa Jinê dibiriqand.

Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo vî agirî vemrînin bi hemû hêza xwe êrîşî Şoreşa Rojava kirin. Wek ku tê zanîn DAIŞ bi piştgiriya Erdoganê faşîst berê xwe dabû Kobanê û dixwest şoreşa azadiya gelê Kurd bifetisîne. Lê Kobanê bû Stalîngrada serdemê û kolan bi kolan, mal bi mal li ber xwe da. Di Kobanê de berxwedana gel bi ser ket û êdî pêvajoya binketina DAIŞ û hevalbendên wê dest pê kir. Ew pêvajo heta ku di Reqa û Dêyr a Zorê de alên azadiyê hatin çikandin berdewam kir.

Dewleta Tirk ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye bi hemû hêz û teknîka xwe li dijî şoreşê xebitî. Piştî ku dît nema dikare bi rêya çeteyan şoreşê bifetisîne êdî bi xwe dest bi êrîş û dagirkirinê kir. Di van êrîşan de xwest ku Kurdan bi Kurdan bide kuştin. Ji bo vê jî her ku êrîşî Kurdan kir xwe bêhtir nêzîkî ENKS û PDK’ê kir. Xwest ku ji perçebûna Kurdan sûd bigire me sed salên din paş de bixe.

PDK’ê ji dêvla ku li hember vê siyasetê bisekine û li gel yekîtiya Kurdan bisekine berê xwe da Dewleta Tirk û destê xwe xist destên wan. Xwest ku şoreşê mixtacî xwe bike. Îroj jî bi dewleta Iraqê û dewleta Tirk re bûye yek. Dixwazê Şengala ku li hember fermanê berdaye û reviyaye dîsa têxe bin zexta xwe. Şengala ku li hember fermana 73. li ber xwe daye û rêveberiya xwe ava kiriye teslîmî dewleta Iraqê bike. Tiştên ku DAIŞ bi ser nexist PDK’ê dixwaze bi ser bixe.

PDK’ê Pêşmergeyên xwe weke leşgerên Tirk li hember gêrîla bi cih dike. Dixwaze PKK ya ku ji bo mafên hemû Kurdan li ber xwe dide asteng bike. PDK’ê pîlanên xwe li ser bi cih kirina hêzên xwe li Garê, Metîna, Heftanîn dike. Li aliyekî dibêje ez mafên Kurdan diparêzim û li aliyekî din amadekariyên êrîşkirina partiyeke Kurdî ya şoreşger dike. Ev pîlan rê li ber dagirkeriyên dewleta Tirk ên li herêmê vedike.

Di hundir de jî xelefên wan nasekinin. Dixwazin du destkeftiyên şoreşê ku ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn pir grîng in binpê bikin. Yek ji van hevserokatî ye. Hevserokatî bi saya Şoreşa Jinê bi xwîna bi hezaran jinên şehîd hatiye bi dest xistin. ENKS’ê dixwazê vîna jinê binpê bike û şoreşê ji bingeha xwe de lawaz bike û bi dest bixe.

Li aliyekî din jî êrîşî zimanê Kurdî dike. Dixwaze ku weke şoreş çênebûye careke din fikir û ramanên rejîmê li ser gelê me ferz bike. Zimanê dewleta Sûriyeya dagirker careke din li ser gelê me ferz bike. Azadiya jiyankirina bi zimanê dayikê ku bi Şoreşê gelê me bi dest xistiye ji holê rake. Şoreşa Rojava ji bo hemû zimanan azadî anî. ENKS’ê bi xwestina ji holê rakirina Zimanê Kurdî helwesta xwe ya li hember hemû Kurdan nîşan dide. Di dijberiya Kurdan de li hember Erdogan û Rejîma Sûriyeyê cihê xwe digire.

Em dizanin ku ev daxwaz ne tenê yên ENKS’ê ne. Ev daxwazên hemû dewletên faşîst û emperyalîst e. Îroj hemû dewletên resmalî, faşîst û zilamperest di dijminahiya Şoreşê de bûne yek. Dixwazin yekîtiya gelên me xera bikin. Şoreşê bifetisînin.

Em jî careke din bang dikin ku bi rihê me ji berxwedana Kobanê, Efrînê û Serê Kaniyê girtiye em ê şoreşa xwe biparêzin. Em bang li hemû Kurdan dikin ku pêwîst e li hember van siyasetên îxanetê li yekîtiya Kurdî dike rabin ser piyan. Di kesayeta jinên Rojhilata Navîn de hemû jin pêwîst e li Şoreşa Jinê xwedî derkevin.

Bijî Şoreşa Rojava

Bijî Şoreşa Jinê

Bijî Berxwedana Kobanê